Li Tirkiyê 101 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 101 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Tirkiye
Tirkiye

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 101 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 17ê Adarê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.

Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 21 hezar û 354 kesên din bi vîrûsa Koronayê ketine û 101 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Herwiha di 24 demjimêran de 25 hezar û 619 kes baş bûne.