Li Rojavayê Kurdistanê kesekî bi Koronayê canê xwe ji dest da

Nexweşxaneyeke Koronayê li Rojavayê Kurdistanê
Nexweşxaneyeke Koronayê li Rojavayê Kurdistanê

Navenda Nûçeyan (K24) – Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser amarên nû yên pêketin û canjidestana bi vîrûsa Koronayê ragihand.

Li gor daxuyaniya Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser di 24 demjimêrên borî de 2 haletên pêketina bi vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin.

Hat ragihandin ku di 24 demjimêrên borî de kesekî bi vîrûsa Koronayê canê xwe ji dest daye.

Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 38562 kesan, ji wan jî 1571 kesan jî canê xwe ji dest dane.