Yekîtiya Baroyên Tirkiyê bi 4 zimanan xizmetê dide lê Kurdî nîn e

kurdistan24.net

Stenbol (K24) – Yekitiya Baroyên Tirkiyê û Komîsyona Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî, ji bo alîkariya dadî bidin penaberên li Tirkiyê ku zimanê wan ne Tirkî ye, bi 4 zimanan beşa wergêr/mutercîmê damezrand. Lê di bernameyê de cih nehat dayîn zimanê Kurdî ku ji aliyê bi hezaran penaberên Kurd ku li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê dijîn ve tê axaftin. Hiqûqnas û aktîvîst nerazîbûna xwe nîşanî vê xebatê dan. Baroya Mêrdînê, bi daxwaznameyekê bang li aliyên pêwendîdar kir da ku zimanê Kurdî di bernameyê de were bicîhkirin.

Yekîtiya Baroyên Tirkiye bi hevkariya Neteweyên Yekbûyî ji bo penaberên li Tirkiyê ku Tirkî nizanin xwe bi hêsanî bigihînin dadgehê û kar û karên wan hiqûqî pêk were Xeta Piştgiriya Mutercîmê vekir. Di bernameyê de Erebî, Farisî, Fransî û Darî bi 4 zimanan xizmet tê kirin lê Kurdî cîh nagire.

Baroya Mêrdînê jî ji ber Kurdî di bernameyê de cîh nagire bi daxwaznameyekê nerazîbûna xwe ragihand Yekîtiya Baroyan. Di daxwaznameyê de bal tê kişandin ser hejmara penaberên Kurd û tê gotin hejmareke zêde Kurdên Êzîdî hene ku ji xeynî Kurdî zimanek din nizanin û nebûna xizmetguzariya Kurdî di beşa dad û hiqûqê de dibe sedema kêşeyan.

Serokê Baroya Mêrdînê Îsmaîl Elîk ji K24ê re got: “Ji Sûriye û Iraqê bi deh hezaran Kurd hatine Tirkiyê û Tirkî nizanin. Mixabin wergêrek Kurdî nîn e ku Kurdên Tirkî nizanin karên xwe li dadgehan bi hêsanî pêk bînin. Me ev yek wek kêmasiyeke mezin dît û me daxwaz kir ku di bernameyê de zimanê Kurdî cîh bigire. Hêj bersivekê nehat dayîn. Yekîtiya Baroyên Tirkiye an jî Neteweyên Yekbûyî ku raye di destê kîjan de be divê li erka xwe ya mirovî û hiqûqî rabin.”

Di bernameyê de cîh nedayîna Kurdî ji hêla aktîvîst û saziyên sivîl ve jî hat şermezarkirin. Peyvdarê Hereketa Zimanê Kurdî Barij Celalî cîhnedayîna Kurdî wek dubendiyekê bi nav kir û got: Dad, hiqûq mîna av, oksîjen, nan e ku mirov bikaribe bijî.

Peyvdarê Hereketa Zimanê Kurdî Barij Celalî dibêje: “Bi taybet Kurdên Êzidî ku ji Rojava û Başûrê Kurdistanê hatine vêderê ji xeynî Kurdî zimanekî din nizanin. Em dixwazin ku li pêşiya penaberên Kurd astengiyeke tune bin û bi zimanê xwe karên xwe yên sereke pêk bînin. Zimanê Kurdî mafeke Îlahî, mafeke xwezayî mafeke însanî ye. Divê di xizmetguzariya dad û hiqûqê de dubendî çênebin. Bila astengî li pêş ti zimanan çênebin.”

Berpirsekî ji Yekîtiya Baroyên Tirkiye ku nexwest nav û rûyê wî eşkere bibe der barê mijarê de ji Kurdistan24 re bi rêya telefonê axivî û got: Li ser vê meseleyê piştî ku hin amar û hejmarên der barê penaberan de ku were tomarkirin ji Neteweyên Yekbûyî re tên şandin û piştî pesendkirina Neteweyên Yekbûyî zimanek di bernameyê de pêkan e cîh bigire.