NY: Hejmara koçberên Ukraynayê ji pênc milyon kesan derbas kir

Neteweyên Yekbûyî bi daxuyaniyekê eşkere kir, ji Ukraynayê ku Rûsyayê li dijî wê şer dike, 5 milyon û 34 hezar û 439 koçber çûne welatên cîran.

Hewlêr (K24) – Neteweyên Yekbûyî bi daxuyaniyekê eşkere kir, ji Ukraynayê ku Rûsyayê li dijî wê şer dike, 5 milyon û 34 hezar û 439 koçber çûne welatên cîran.

Di daxuyaniya Neteweyên Yekbûyî de hatiye destnîşankirin, piraniya koçberan berê xwe dane Polandayê ku hejmara wan 2 milyon û 825 hezar û 463 kes e, piştre Romanya 757 hezar û 47 kes, Rûsya 549 hezar û 805 kes, Macaristan (Hungary) 471 hezar û 80 kes, Moldova 426 hezar û 964 kes, Slovakya 342 hezar û 813 kes, Brlarus 23 hezar û 759 kes, herwiha ji deverên Donetsk û Lugansk ve, 105 hezar kes di navbera 18-23ê Sibatê de berê xwe dane Rûsyayê.

Li gor daxuyaniyê, ji 24ê Sibatê heta 19ê Nîsanê, 5 milyon û 34 hezar û 439 koçber çûne welatên cîran, bi taybetî Polandayê.

Herwiha Rêxistina Koçê ya Navdewletî ya ser bi Neteweyên Yekbûyî ragihandibû ku li nava Ukraynayê, 7.1 milyon kesên sivîl aware bûne.