Du droneyên Îranê gundekî Çomanê bombebaran dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Du droneyên Îranê gundekî îro devera Çomanê bombebaran kirin.

Peyamêrê K24ê da zanîn, îro du droneyên Îranê gundê Dêgê yê ser bi nahiya Simêlan ya li qezaya Çomanê bombebaran kirin.

Di wê derbarê de Qeymeqamê Qezaya Çomanê Siwar Ekrem ji K24ê re ragihand, du droneyên Îranê gunedekî Çomanê bombebaran kirin, lê xweşbextane ti ziyanên canî nebûn.

Qeymeqamê Çomanê diyar kir, rewşa ewlehiya ya deverê wan ji ber bombebaran û topbarana Îranê gelekî aloz bûye û metirsî li ser welatî û ajedarên deverê dirust bûye.

Ev piştî wê, topxaneya Îranê îro danê sibê navçeyên sînorî yên devera Biradost ya Herêma Kurdistanê topbaran kiribûn.