Encûmena Wezîran çend babetên girîng gotûbêj dike

Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî dicive

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro 15 Hezîrana 2022an bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubat Talebanî civîna xwe ya asayî dike.

Li gor karnameya civînê, ev babetên li jêr tên gotûbêjkirin:

- Encama serdana şanda Herêmê bo Dîwana Çavdêriya Darayî ya Federal li bexdayê, taybet bi raporta tîma hevbeş a çavdêriya darayî.

- Şandina raporta hejmar (3) a taybet bi yasaya çaksaziyê bo Parlamentoya Kurdistanê.

- Reşnivîsa Komîta Bilind a Çareserkirina Pirsgirêka Mulkdariya Kirîstiyanan.

- Pêşniyara dirêjkirina heyama karkirina bi biryara Encûmena Wezîran (132) ya taybet bi kêmkirina rêjeya % 15 ji wan pêşîneyên ku hikûmet daye welatiyan wek (pêşîneyên xanûber, qerzên biçûk, pêşîneyên Banka Çandiniyê û pêşîneyên pêşesazî û geştiyarî), destebera civakî, cezayên derengmayînê û sûda li ser bacan.