Hevpeymaniya Navdewletî serkirdeyekî DAIŞê li bakurê Sûriyê desteser dike

Hevpeymaniya Navdewletî: Plana girtina wî serkirdeyê DAIŞê bi hûrî hat danîn û operasyon jî serkeftî bi dawî bû

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê serkirdeyekî diyar ê DAIŞê li bakurê Sûriyê desteser kir.

Hevpeymaniya Navdewletî di daxuyaniyekê de ragihand, Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî îro 16ê Hezîranê serkirdeyekî diyar ê DAIŞê desteser kir. Diyar kir jî, ew yek ji serkirdeyên bilind ên DAIŞê bû û bombe çêdikirin.

Hevpeymaniya Navdewletî destnîşan kir, plana girtina wî serkirdeyê DAIŞê bi hûrî hat danîn û operasyon jî serkeftî bi dawî bû, bêyî ku ti ziyan bigihe xelkê sivîl û hêzên Hevpeymanan û firokeyên wê.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Hevpeymaniya Navdewletî dê bi hevkarên xwe Hêzên Sûriyeya Demokratîk û hêzên ewlekariyê yên Iraqê û Pêşmerge re berdewam be, ji bo dûvçûn û lêgerîna li çekdarên DAIŞê û gerentiya jinabirina yekcarî ya DAIŞê.

Lê Hevpeymaniya Navdewletî diyar nekir ku navê wî serkirdeyê DAIŞê çi ye û ew operasyon li kû derê pêk hatiye.

Di wê derbarê de, Berdevkê Artêşa Niştimanî ya Sûriyê ya Tirkiye piştevaniya wê dike Raîd Yûsif Hemûd ji “Reuters” re got: Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî operasyoneke daketina asmanî bi helîkopteran li gundê El-Humêra yê li başûrê sînorê Tirkiyê pêk anî, ev cara yekem e operasyoneke wiha li herêmê tê kirin.

Raîd Yûsif Hemûd da zanîn ku helîkopterên Chinook û Black Hawk yên Amerîkî di operasyonê de beşdar bûbûn û got: “Heta niha rewş hîn ne zelal e”