Şahê dengbêjan Şakiro li Stenbolê hat bibîranîn

kurdistan24.net

Stenbol (K24) – Dengbêjê bi nav û deng Şakiro ku wek ‘Şahê Dengbêjan’ jî tê zanîn li Stenbolê di salvegera mirina xwe de hat bibîranîn. Dengbêjên pê re pêwendî danîne amaje kirin Şakiro ji bo wan ekoleke mezin e û bi klamên wî civaka Kurd ji çîrok û dîroka xwe hayîdar bûne.

Dengbêje navdar ê Kurdan Şakiro ku bi deng û awazê xwe bala civata Kurdan kişandiye ser xwe û bi navê ‘Şahê Dengbêjan’, ‘Kewê Ribat’ jî dihat naskirin li Stenbolê di salvegera mirina xwe de hat bibîranîn.

Dengbêjên bi Şakiro re pêwendî danîbûn an jî di bin tesîra dengê wî de mane amaje kirin Şakiro ji bo wan ekoleke mezin e.

Dengbêj Kazo ji K24ê re got: “Taybetmendiya zaravayê Şakiro ew e ku stîleke cuda afirandiye. Bi vê taybetmendiya xwe kes wek Şakiro li ser dengbêjiyê ne karîger e. Yek ji xîmên ku li nava Kurdistanê neherifiye xîma Şakiro ye.”

Dengbêj Zahiro jî dibêje: “Şakiro hunermendekî bi serê xwe bû, Şakiro hîma Kurdistanê bû. Yanê dengbêjî hîma Kurdistanê ye. Gelek tişt afirand û bi saya wî tiştên winda me derxist holê.”

Li salona mezin ku merasîma bo Şakiro ji hêla Navenda Çand a Mezopotamya û HDP ve hate sazkirin eleqeyeke mezin a Kurdan hebû, ji ber ku holê cîh nema gelek kes li ser piyê ma û bi vî awayî bername şopandin.

Welatî: “Em dixwazin gêncên me gelê me Kurd tev werin xwedî li dîroka xwe derkevin. Dengbêjî Kurdewarî ye û bo Kurdan gelek girîng e.”

Welatiyê ji Başûrê Kurdistanê: “Dengê Şakiro dengekî gelek bi hêz û hêja ye. Yek ji navdarên me yên wekî Hesen Zîrek, Alî Merdanî Kerkuk û Şikur Xeyat e ku bi dengê xwe tesîr li me Kurdan kiriye.”

Welatiyê ji Başûrê Kurdistanê: “Şakiro dengbêjekê gelek navdar û karîger e ku bi çend gotinan nayê terîfkirin. Dengê wî pir diecibînim.”

Şakiro ku 1931an de li Agiriyê ji dayik bûye, di 14 saliya xwe de meyla xwe dide ser dengbêjiyê. Gelek kilamên wî ku wek çavkaniyeke çîrok û dîroka Kurd jî tên destnîşankirin bi dengbêjên îro sax in nifş bi nifş tên belavkirin da ku neyên jibîrkirin.

Şakiro wek kilê çavê dîlberê, gula civat û dawetan jî tê nasîn 1996an de çû ser dilovaniya xwe.