Nexweşiya Xuriya Meymûn gihîşt Tirkiyê

Yekem haleta pêketina bi Xuriya Meymûn li Tirkiyê hatiye dîtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê ragihand, yekem haleta pêketina bi Xuriya Meymûn li wî welatî hatiye dîtin.

Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê Fahrettin Koca li tweetekê de aşkere kir, yekem haleta pêketina bi Xuriya Meymûn li Tirkiyê hat tomarkirin.

Diyar kir jî, ew kesê bi wê nexweşiyê ketiye, kesekî 37 salî ye û niha ew hatiye kerentînekirin.

Xuriya Meymûn “Monkeypox” nexweşiyek viral a ajalan e, bi giranî li herêmên daristanên tropîkal ên Afrîkaya Navîn û rojavayê Afrîkayê çêdibe û carinan li herêmên din jî tê dîtin.

Xuriya Meymûnê bi riya têkiliya nêzîk a bi mirov yan jî ajalekî vegirtî yan jî ji madeyên ku bi vîrusê bûne ji bo mirovan tê veguhestin.