Encûmena Wezîran “fişarên nerewa yên Wezareta Peterolê ya Iraqê” gotûbêj dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê bi serokatiya Mesrûr Barzanî îro dicive û yek ji mijarên sereke yên civînê, pêngavên destûrê û yasayî yên Hikûmeta Herêmê ji bo rûbirûbûna fişarên ne rewa yên Wezareta Petrolê ya Iraqê ye.
Fermangeha Medya û Zanyariyan belav kir, Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro 6ê Hezîrana 2022an bi serokatiya Mesrûr Barzanî îro dicive û van û mijarên li jêr dê di civînê de bêne gotûbêjkirin:
- Raportek derbarê pêşveçûn û astengiyên li pêş girtina cihên firotana çekan û destdanîna ser çekên bêmolet.
- Raporta darayî ya Herêmê ya şeş mehên yekem ên sala 2022an ji bo pêşkêşkirina dahat û xerciyan.
- Pêngavên destûrê û yasayî yên Hikûmeta Herêmê ji bo rûbirûbûna fişarên ne rewa yên Wezareta Petrolê ya Iraqê ye.