Swîdê radestkirina endamekî Tevgera Gulen bo Tirkiyê red kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Dadgeha Swêdê red kir endamekî Tevgera Gulen radestî Tirkiyê bike. Li gor dadgehê, delîlên Tirkiyê pêşkêş kirine, têra radestkirinê nakin.

Dadgeha Swêdê radestkirina endamekî tevgera Gulen yê 48 salî ku li Efxanistanê rêveberê dibistaneke Guleniyan bû red kir. Kesê Tirkiyê daxwaza wî dike ji 2018 ve li Swêdê dijî, îqameya wî heye û mafê penabertiyê wergirtiye.

Tirkiye wî kesî bi avakirin û rêveberiya rêxistina terorê bi nav dike, lê dadgeha Swîdê wan delîlan ji bo radestkirinê weke pêwîst nabîne. Swêd ji ber kêmiya delîlan, radestkirin rawestand. Herwiha tê gotin, eger ew kes radestî Tirkiyê bê kirin, dibe ku ew bê îşkencekirin.

Roja 28ê Hezîrana 2022yan, di roja yekem a Lûtkeya NATOyê de li Madrîda paytexta Îspanyayê, civînek hate kirin û her sê welatan, Tirkiye, Fînlanda û Swêd ji bo berdewamiya piştevaniya li dijî her gefeke li ser ewlekariya hevdu, peymanek îmze kirin.

Piştî rêkeftina Tirkiyê ya ligel Swêd û Fînlandayê, Tirkiyê daxwaza radestkirina endamên PKK û Tevgera Gulen ji her du kir. Li ser vê yekê Tirkiye razî bû, Swêd û Fînlanda bibin endamên NATO’yê.