Li Tirkiyê 5 kes bi Xuriya Meymûnê ketine

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê Fexredîn Koca ragihand, heta niha 5 kes bi Xuriya Meymûnê ketine.

Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê Fexredîn Koca di daxuyaniyekê de ragihand, li Tirkiyê 5 kes bi Xuriya Meymûnê ketine, ji wan 4 kes baş bûne û kesek jî hîn di bin çavdêriya bijîşkî de ye.

Tirkiyê roja 30ê Hezîrana borî tomarkirina yekemîn pêketiyê bi Xuriya Meymûnê ragihandibû.

Xuriya Meymûn “Monkeypox” nexweşiyek viral a ajalan e, bi giranî li herêmên daristanên tropîkal ên Afrîkaya Navîn û rojavayê Afrîkayê çêdibe û carinan li herêmên din jî tê dîtin.

Xuriya Meymûnê bi riya têkiliya nêzîk a bi mirov yan jî ajalekî vegirtî yan jî ji madeyên ku bi vîrûsê bûne ji bo mirovan tê veguhestin.

Li gor amaran, ji destpêka derketina Xuriya Meymûnê ji meha Gulana 2022an ve, li 74 welatan zêdetir 17 hezar kesan bi vê nexweşiyê ketine.