NY: Li Myanmarê tawana şer hatiye encamdan

Lêkolînerên li Neteweyên Yekbûyî diyar dikin ku gelek belgeyên encamdana tawana dijî mirovahiyê li hember Misilmanên Myanmarê hatine bidestxistin.
Koça misilmanên Myanmarê
Koça misilmanên Myanmarê

Navenda Nûçeyan (K24) – Lêkolînerên li Neteweyên Yekbûyî diyar dikin ku gelek belgeyên encamdana tawana dijî mirovahiyê li hember Misilmanên Myanmarê hatine bidestxistin. Herwiha eşkere dikin ku tawana şer li dijî xelkê sivîl bi gelek şêwazan hatiye encamdan.

Di raporta salane ya Neteweyên Yekbûyî de hatiye eşkerekirin, lêkolîneran çendîn belgeyên wêne û vîdeo kom kirine ku li Myanmarê tawana şer li dijî xelkê sivîl hatiye kirin.

Lêkolînerên Neteweyên Yekbûyî eşkere dikin, li Myanmarê tawanên herî metirsîdar ên weke kuştin, şewitandin, destdirêjiya seksê ya bi zorê û çewisandinê hatine kirin.

Komara Yekîtiya Myanmarê welatê herî mezin ê başûrê rojhilatê Asyayê ye, paytexta wê bajarê Nepido ye û hevsînorê welatên Çîn, Tayland, Bangladeş û Hindistanê ye.

Li gor serjimêriya sala 2014an, hejmara nişteciyên welatê Myanmarê 53 milyon û 718 hezar û 958 kes bûye, ku ji sedî 0.74ê rêjeya nişteciyên cîhanê pêk tîne.