Plak tevî teknolojiyê ji bo hin kesan jêneger e

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Plak ku beriya pêşketina teknolojiyê bo guhdarkirina muzîkê gelek dihat bikaranîn niha tevî teknolojî, platformên dijîtal ji bo hin kesan amûreke nostaljîk û jêneger e. Li Stenbolê di festîvalekê de bi hezaran plakên kevn ên muzikjenên welatên cuda hatin pêşandan. Her çiqas bikarhanerên plakê kesên temendirêj bên zanîn jî lê hejmareke zêde gênc jî eleqeyeke germ nîşanî plakan didin.

Derxistina wê ji nav zerfê, datîna wê ya li ser pîkapê, piştre derziyê ku tê ser û dengê resen ê muzîkê li derûdor belav dibe. Ev deng û muzîka bi plakê pêk tê ji bo gelek kesan dilxweşî û nostaljiyeke mezin e.

Dema berê, yanê beriya kaset û CD, ji bo guhdarkirina muzîkê plak dihatin bikaranîn. Niha bi pêşketina teknolojiyê weke berê gelek neyê bikaranîn jî lê hezkiriyên wê jî ne kêm in.

Li Stenbolê di festîvala plakan de ku ji hêla Şaredariya Şîşliyê ve cara duduyan hat sazkirin ji gêncan heta kesên temendirêj berê xwe dan ser van plakên kevn ên muzikjenên ji welatên cuda û muzikên cur bi cur cîh digirin.

Xwendekar Arda Alan ji K24ê re got: “Li mala me plakên bav û dapîra min hebûn, min jî di biçûkatiya xwe de ji plakê muzîk guhdar dikir. Niha ez bi xwe jî berhevkriya plakê dikim.”

Kesên salên dûr û dirêj berhevkariya plakê dikin amaje dikin tevî pêşketina teknolojî û platformên dijîtal bi sedema taybetmendiyên ciyawaz ên plakê eleqe û bikaranîna plakê dê her berdewam be.

Plakfiroş Okan Aydin dibêje: “Taybetmendiya herî girîng a plakê ew e ku di navbera mirov û muzikê de pêwendiyeke ji dil pêk tîne. Muzîka ku hûn li ser platformên dijîtal guhdar dikin xwe bi xwe tê guhertin û hûn hay jê nîn in. Lê dema we li ser plakê muzîk guhdar kir divê hûn ji nêz ve bi plakê eleqadar bin. Li gel vê qalîteya dengê di plakê de li gor dengê dijîtal gelek baştir e.”

Li cîhanê mezintirîn berhevkarê plakê Paul Mawhinney ê Amerîkayî ye ku nêzîkî 1 milyon plakên wî hene û nirxê wan jî ji zêdeyî 50 milyon dolar tê destnîşankirin.