Li pêş Konsulxaneya Îranê ya Stenbolê kuştina Jîna Emînî hat şermezarkirin

Gelek jinên welatiyên Îran û Tirkiyê bi mebesta şermezarkirina kuştina Jîna Eminî ya xelkê Rojhilatê Kurdistanê, li pêş Konsulxaneya Îranê ya li Stenbolê kom bûn û dirûşmeyên têkçûna rejîma Komara Îslamî ya Îranê gotin.
kurdistan24.net

Stenbol (K24) - Gelek jinên welatiyên Îran û Tirkiyê bi mebesta şermezarkirina kuştina Jîna Eminî ya xelkê Rojhilatê Kurdistanê, li pêş Konsulxaneya Îranê ya li Stenbolê kom bûn û dirûşmeyên têkçûna rejîma Komara Îslamî ya Îranê gotin. Çalakvanekê Îranî li pêş konsolxaneyê porê xwe jê kir û got: “Eger ev porên me ji bo azadiya me bibin asteng em ê jê bikin.”

Nasîbe Shamsaei aktîvîsta Îranî bi meqesa destê xwe li pêş Konsulxaneya Îranê ya li Stenbolê porê xwe jê dike û di şexsa Jîna Emînî ya keça Kurd de ku li Tahranê bi hinceta beşek porê wê xuya dikir ji aliyê polêsan ve hat desteserkirin û kuştin, balê dikêşîne ser zextên keç û jinên li welatê xwe û bangeke wiha dike: “Eger ev porên me ji bo azadiya me bibin asteng em ê jê bikin.”

Nasibe Shamsaei ji K24ê re diyar kir: “Ji ber kuştina Mehsa (Jîna) Emînî xelk li Îranê dengê xwe bilind kirin û li hember hêzên tarî berevaniyê dikin û tola xwîna Mehsayan ji Komara Îslamî ya Dîktator hildidin. Çawa Mehsa Emînî ji ber derketina porê wê hat kuştin, keçên me li Îranê ji ber porê xwe têne zindanîkirin, li Îranê hevalên min 12 sal têne zindanîkirin. 40 sal in zilm li keç û jinên Îranî tên kirin, êdî bes e.”

Wekî Nasîbe gelekê jinên ji Îran û Tirkiyeyê bi mebesta şermezarkirina kuştina Jîna Eminî ya ji Rojhilatê Kurdistanê bi dirûşmeyên Kurdî, Tirkî, Farisî yên li ser dijî rejîma Îranê li pêş konsolxaneya Îranê ya li Stenbolê kom bûn û banga azadiyê kirin.

Çalakvana Îranî Meryem ji K24ê re got: “Ez bi xwe jî 9 sal berê li Îranê tevî ku hicaba min bê pirsgirêk bû, ji aliyê polêsên exlaqê ve hatim girtin, 5 saetan ez xistim nav jûrekê û heqeretên pir xerab li min, li malbata min kirin. Ev laşê min e û ez biryarê didim çi li ber kim. Ez hez nakim kes zext li kincên min bike. Em naxwazin ev rejîma Komara Îslamî bimîne.”

Herwiha Çalakvana Îranî Mîta Sepehnie jî got: “Jîna Eminî keça welatê min e ku ji hêla polêsên exlaqê ve hate kuştin, em hemû xelkê Îranê sersaxiyê li malbata wê ya dilêş dikin. Gelekî xemgîn in.”

Di çalakiyê de ku ji aliyê Saziya Sivîl a bi navê “Jin bi hev re bi hêz in” hat lidarxistin ji partiyên cuda yên aliyê opozîsyonê jî gelek kes bo şermezarkirina kuştina Jîna Emînî amade bûn.