Li Efrînê 2 welatî ji aliyê çekdarên ser bi Tirkiyê ve hatin revandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê yên bi artêşa Tirkiyê re herêma Efrînê dagîr kirine, 2 welatiyên Kurd ji bajarokê Cindirêsê revandin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê di raportekê de belav kir, grûpa çekdar a navê “Polîsa Sivîl” roja 22ê Îlona 2022an, 2 welatiyên Kurd (Mehemed Gulîn Reşîd û Mehmûd Mihemed) ji bajarokê Cindirêsê revandin.

Diyar kir jî, ew her du kes bi tometa ku berê pêwendiya wan wan bi Rêveberiya Xweser re hebû hatine revandin û heta niha çarenivîsa wan ne diyar e.

Rêxistina Mafên Mirovan ragihand jî, grûpeke çekdar 70 darên zeytûnan li gundê Xaziyana ya li navçeya Mabeta û 15 dar li Bêlê yê li navçeya Şera qut kirin.

Bal kişand ser wê yekê jî, grûpên çekdaran û Erebên ku li herêma Efrînê hatine biçihkirin, berhemên zeytûnan berî dema wê li gelek navçe û gundên Efrînê diçinin û didizin. Tevî ku xwediyên zeytûnan gilî li aliyên pêwendîdar tomar kirine jî, lê ti proseya dizîna zeytûnan berdewam e.