Êrîşa Mêrsînê nakokiyekê di navbera Demîrtaşî û PKKê de eşkere kir

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş êrîşa PKKê ya li bajarê Mêrsînê şermezar kiribû. PKK jî di daxuyaniya xwe ya ku êrîşa Mêrsînê girtibû ser xwe de, bêyî ku navê wî bide gotibû, Demîrtaş ji tirsa re, êrîş şermezar kiriye. Demîrtaş jî niha bersiva PKKê dide û dibêje, “rijdbûna li ser siyaseta demokratîk û aştîxawzî, prensîbên wan ên sereke ne. Bila çi kes hêviya paşdegavavetinê ji wan neke.”

Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş di derheqê êrîşa Mêrsînê de bersiva baskê leşkerî yê PKKê, Hêzên Parastina Gel (HPG) da û got, rijdbûna li ser siyaseta demokratîk û aştîxawzî, prensîbên wan ên sereke ne. Bila çi kes hêviya paşdegavavetinê ji wan neke. Ew ê bi dengekekî bilind daxwaza aştiyê û çareseriya demokratîk bikin.

Demîrtaşî piştî sê demjimêran ji van tweetên xwe, çend tweetên din jî belav kir û got, “Ew ji girtîgehê dixwaze bibe dengê gelê xwe, lê bacên vê yekê jî hene. Ew amade ye bibe dîn û popûlîstê taxa xwe û kujer û terorîstê taxa li dijî wan.”

Di 26ê Îlonê de li bajarokê Mezîtliyê yê Mêrsînê li dijî komalgeha taybet bi polîsan êrîş hatibû kirin. Polîsek hatibû kuştin û polîsek û welatiyekî birîndar bûbûn. Herwiha du gerîlayên jin ên PKKê jî canê xwe ji dest dabûn. Selahattîn Demîrtaşî jî êrîş şermezar kiribû û banga siyaseta demokratîk kiribû.

HPGê jî êrîş girtibû ser xwe û di daxuyaniya xwe de û bêyî ku navê Demîrtaşî bide gotibû, Demîrtaş ji tirsa re, êrîşa Mêrsînê şermezar kiriye. HPGê diyar got jî: “Yên ku bikaranîna çekên kîmyewî şermezar nakin û fedaiyên ku ji bo parastina nirx û gelê Kurd xwe feda kirine şermezar dikin, ew kes in ku hatine tepisandin.”