Davutoglu: Roja ku Kurd bibêjin 'pirsgirêka me tune ye' pirsa Kurd dê bi dawî bibe

Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu derbarê pirsa Kurd de ragihand, li Tirkiyê roja ku Kurd bibêjin 'pirsgirêka me tune ye' pirsa Kurd dê bi dawî bibe.

Enqere (K24) – Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu derbarê pirsa Kurd de ragihand, li Tirkiyê roja ku Kurd bibêjin 'pirsgirêka me tune ye' pirsa Kurd dê bi dawî bibe.

Ahmet Davutoglu li Enqerê ligel nûnerên rojname, televîzyon û medyaya dîjîtal civiya û li ser pirsa Peyamnêra Kurdistan24ê ya "Gelo di maseya şeşalî de li ser mijara pirsa Kurd, derzek heye?", ragihand: “Serokên li ser maseya şeşalî, hemû kesayetên gihiştî ne, ku ji bo jiholêrakirina van derzan hatine ba hev.”

Davutoglu li ser gotinên Serokomarê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyip Erdogan ku duh di civîna koma partiya xwe de derbarê pirsa Kurd de gotibû "pirsgirêkeke me ya bi navê pirsa Kurd tune ye" axivî.

Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê got: “Ez hebûn an jî nebûna pirsgirêkekê, ne bi kesê ku wê pirsgirêkê îdare dike, lê bi kesên ku muxatabên wê pirsgirêkê ne dipîvim. Ango li Tirkiyê roja ku Kurd bibêjin pirsgirêka me tune ye, dê pirsa Kurd bi dawî bibe. Roja ku welatiyên me yên Kurd bibêjin em li vî welatî bi awayekî azad dijîn, ti pirsgirêka me tune ye, ev pirsgirêk dê bi dawî bibe. Ji bo Elewiyan jî ev wisa ye. Ji bo muhafazakaran jî wisa ye, ji bo laîkan jî wisa ye.”

Ahmet Davutoglu destnîşan kir: “Serokê welatekî dikare bibêje hemû pirsgirêk bi dawî bûne, dixwaze bibêje min çareser kir. Lê eger hîn jî konserên Kurdî werin betalkirin, ji bo dersa bijarte ya zimanê Kurdî mamoste neyên perwerdekirin û şandin, hîn jî şaredariyên ku hatine hilbijartin, bi qeyûman werin birêvebirin û ev hemû bi encama rêkarên hiqûqî nebe û tenê bi kiryarên Wezîrê Navxwe derkevin holê, ev tê wê wateyê ku pirsgirêkek heye.”