Li Stenbolê yek ji mezintirîn festîvala qehwe ya cîhanê dest pê kir

kurdistan24.net

Stenbol (K24) – Qehwe ji bo gelek mirovan vexwarineke sereke ye ku li tevahiya cîhanê jî belav bûye û bûye çandeke li nav jiyanê. Li Stenbolê yek ji mezintirîn festîvala qehweyê ya cîhanê tê sazkirin. Gelek hilberîner û kesên xwedî ezmûn yên qehweyê, bi rêbazên ji hev cudatir û balkêş qehweyan çêdikin û bi vî awayî hewl tê dayîn kultira qehweyê li nav tevahiya miletên cuda zêdetir were belavkirin.

Ji bo hinekan bêhn û tehma wê, ji bo hinekan jî şevên bêxwev dibe vexwarineke sereke ya mirovan. Gelek caran di boneye û civînan de jî ji destê mirovan nakeve.

Qehwe ku di jiyana mirovan de cîheke girîng digire bûye çandeke li nav cîhanê û yek ji wan vexwarinan e ku pir tê vexwarin.

Gelek hilberînerên ji welatên cuda, bi mebesta pêşxistina vê çandê û bo nîşandana tehmên ciyawaz ên qehweyê, li Stenbolê yek ji mezintirîn festîvala qehwe ya cîhanê hatin ba hev.

Qehweçêker Kutluhan Sacak: “Em qehweyên xwe yên sar û germ tev bi rêbazên kevneşopî û bi dendikên Yemenê çêdikin.  Dendikên Yemenê yek ji baştirîn berhem e bo tehma qehweyan. Bêguman qehwe tesîreke baş li mirovan dike û rojane du fincan qehwe jiyana mirovan jî dirêjtir dike.”

Kesên xwedî tecrûbe û salên dirêj qehweyan amade dikin, di festîvalê de bi rêbazên kevn û nûjen qehweyên ji hev cuda çêkirin.

Qehweçêker Silêman Erçalişkan: “Qehwe û şerab, vexwarinên fermante ne. Dendikeke taybet a qehweyê em dimeyînin û di nava şûşeyê şerabê de em pêşkêş dikin. Kesên ji derva dinêrin dibêjin gelo ev şerab e lê nexêr qehweyeke ku bi rêbazeke cuda tê çêkirin û tehmeke nêzîkî fîşneyê pê ra heye.”

Li ser hinek standan bi rêbazên cuda qehweyên taybet pêşkêşî beşdaran hatin kirin.

Welatî: “Ez bi xwe ji qehweyên ne zelal hez dikim. Tehmên têkel û kompleks hez dikim. Ev qehweya di şûşeya şerabê de tê pêşkêşkirin jî tehma wê ne giran e lê xweş û ciyawaz e.”

Welatî: “Cara yekem min qehweyeke wiha sar a Tirk vexwar. Tehma wê gelek xweş e, tehl nîn e. Min jê pir hez kir.”

Li ser derketina yekem qehweyê ku di sedsala 3an de li Etiyopyayê rû da ye çîrokeke balkêş heye: 

“Kesên ji qehweyê hez dikin, deyndarê bizinan in. Li gor rîwayetekê şivanekî Etiyopyayî dibîne ku bizinên wî gelek enerjîk in û demên dirêj nakevin xew. Ev yek bala şivanî dikêşîne û dikeve pey bizinan û dibîne ku bizinên wî nebatek cuda dixwin û piştî xwarina vê nebatê eneriyeke zêde li ser bizinan rû dide. Şivan vê nebatê dibe derwêşekî û jê dipirse: “Derwêş ka ev çi îş e? Derwêşê ku heman nebatê dixwe wekî bizinan gelek enerjîk dibe. Piştre ev nebat yanê dendika qehweyê bi ava keliyayî jî tê vexwarin û qehwe jê derdikeve. Wate nebata ku xwarineke sereke ya bizinan îro bûye favoriya vexwarina mirovan.”