7 sal in berpirsên komkujiya Enqerê nehatine dîtin

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – 7 sal beriya niha yek jî komkujiyên herî mezin ya li Komara Tirkiyê li paytexta vî welatî hate kirin. Partiya Demokratîk a Gelan bi beşdariya bi sedhezaran kesî xwast mitîngekê bo aşitî û demokrasiyê pêk bîne. Lê DAÎŞê bi êrîşên xwekujî qada mitîngî kire gola xwînê. Bi sedan qurbaniyên vê qetlîamê di 7emîn salverega xwe de bi çalakiyên cuda hatin bibîranîn.

Li Tirkîyê di 10ê Cotmeha sala 2015an da, li ber gara trênê ya Enqereya paytexta Tirkiyeyê li dijî mitînga HDP û sazîyên sivîl ya “aştî û demokrasiyê”, ji aliyê rêxistina tundrev DAÎŞê ve du êrîşên xwekujîyê pêk hatibûn û di encamê da 104 kes canê xwe ji dest dabûn û zêdetirî 500 kes jî birîndar bûbûn. Qurbaniyên ev qetlîama ku 7emîn sersala vê nêzîk dibe bi çalakiiyên cuda tên bibîranîn. Li Enqera paytexta Tirkiyê bi pêşendiya komeleya 10ê Cotmehê bi navê “Edaleta nehatî” panelek hate sazkirin.

Beşdarên panelê diyar kirin ku bi çend sedemên sereke berpirs û alîkarên vê qetlîamê nayên sizakirin û bi zanebûn tê xwastin ku doza vê komkujiyê bê encam bê girtin.

Parlementerê CHPê yê Enqerê Murat Emîr ji K24ê re got: “Ji bo ku berpirs û alîkarên qetlîama evqas mezin neyên dîtin bi zanebûn bi destê endamên darazê delil tên reşkirin. Ev heft sal in endamên dewletê yên berpirs, kesên ku piştevaniya vê êrîşê kirine û kesên ku çavê xwe ji vê qetlîamê re girtine nayên darizandin. Hewceye lêpirsîna vê dozê bê berfirehkirin û hemû kesên berpirsiyar bên darizandin.”

Piştî panelê ew kesên ku canê xwe di wê qetlîamê de ji dest dane bi pêşangeheke wêneyan hatin bibîranîn. Malbatên ku kesûkarên xwe div ê qetlîamê de wenda kirine dan zanîn ku êşa dilê wan hêj germ e û banga wan ji bo gelê Kurd jî hebû.

Gulistan Dogan got: “Ev 7 sal in canê me diêşe, em tên û diçin tiştekê ji me re nabêjin. Em dibêjin azadî, aşitî û bariş. Heta damleya xwîna me heye em jî şopa wan de rêya wan de diçin. Banga min ji wan re heye bila em hemû yên xwev de de jî rabin. Kurdê me razan e, ketine xewekî giran. Bila hişyar bibin, bila rabin û destê xwe bidin destê me û em tev vê micadelê bikin.

Ihsan Seylan dibêje: “7 sal in çareseriyek ji bo Kurdan ji bo qetlîama 10ê Cotmahê pêşde neçû û neçûn ser hkûmetê û dewletê. Gerekî em bizanibin kî ji vê mesele çareserî nehatin dîtin ji bo kurd û Kurdevariya me ye. Ji ber ku em Kurdin em nayên dîtin. Em berxwe didin.”

Bi sedhezaran kesî li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 7 sal beriya niha ji bo ku banga aşitiyê bikin berê xwe dabûn Enqera paytexta Tirkiyê û bibûn qurbaniyên êrîşeke xwekujî. Lê malbatên wan Qurbaniyan dibêjin berdêla wê çi bibejî ewê dengê aşitiyê bilind bikin.