Abdullah Atîk: Divê Girtîgeha Diyarbekirê bibe Muzexana Rûreşiyan

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Partiya Komarî ya Gel CHPê yê bajêrê Diyarbekirê Abdullha Atîk radigihîne, divê girtîgeha tîpa E ya Diyarbekirê wek muzexaneya rûreşiyan were ragihandin.

Beriya ku Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan serdana Diyarbekirê bike, di 12’ê Cotmehê de, girtîgeha tîpa E ya Diyarbekirê ku di salên 1980 û 1990’an de êşkeceyên giran li wê girtîgehê li welatiyên Kurd hatibû kirin, hat vala kirin û 270 girtî ji bo girtîgehên din hatin veguhastin. Erdogan û rayedarên hikumeta Tirkiyê berê ragihandibûn ku ewê li ciyê girtîgeha Diyarbekirê navendeke çandî çê bikin. Tê pêşbînî kirin ku Recep Tayîp Erdogan di serdana xwe ya 15’ê Cotmehê de jî wê biryarê rabigihîne.

Daxwaza partiyên siyasî û saziyên sivîl yên Kurd jî ew e ku ew girtîgeh wek muzexaneya rûreşiyên li dijî mirovan bê ragihandin.

Serokê Partiya Komarî ya Gel CHPê yê bajêrê Diyarbekirê Abdullha Atîk jî di daxuyaniyekê de bo K24ê balê dikşîne ser wan daxwazan û raadigihîne ku li wê girtîgehê, êşkence û kiryarên şerm û rûreşîyê li hember welatiyan pêk hatiye û nivşekî welatî hêj jî bi travmayên wê girtîgehê jiyana xwe berdewam dikin. Loma jî bangewazî li Erdogan dike ku girtîgeha Diyarbekir, nekin navenda çandî û wek muzexaneya rûreşiyan ragihînin.