CHP: Bi yasaya medyaya civakî tê xwestin çapemenî were bêdengkirin

Şaxa CHPê ya Diyarbekirê derbarê yasaya medyaya civakî de ku roja derbasbûyî li Parlementoya Tirkiyeyê hatibû qebûlkirin daxuyaniyek da çapemeniyê.
Diyarbekir
Diyarbekir

Diyarbekir (K24) - Şaxa CHPê ya Diyarbekirê derbarê yasaya medyaya civakî de ku roja derbasbûyî li Parlementoya Tirkiyeyê hatibû qebûlkirin daxuyaniyek da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de hat gotin ku yasa li dijî azadiya raderbirînê ye û her wiha guvaşa li ser civakê zêdetir dike.

Partiya Komarî ya Gel (CHP) li ber avahiya CHPê ya Diyarbekir bi beşdariya endamên CHPê daxuyaniyek da çapemeniyê. Daxuyanî derbarê yasaya medyaya civakî de bû roja derbasbûyî hatibû qebûlkirin.

Daxuyanî ji aliyê Serokê CHPê yê Diyarbekirê Abdullah Atîk ve hat xwendin û Atîk bal kêşand ku dema derbarê aboriyê de nûçe werin çêkirin dê ji aliyê dozgeran ve ev yasa were bikaranîn û nûçe dê wek tawan were dîtin.

Abdullah Atîk anî zimên ku dê CHPê dawî li wê pergalê were anîn ku bi sansurê tê xwestin rewşa aboriya Tirkiyeyê were veşartin.

Serokê CHPê yê Şaxa Diyarbekir got ku bi erêkirina vê yasayê dê rojnamegeriya herêmî jî derbeyeke mezin bixwe.

Abdullah Atîk bang kir û pirsî : “Ma dema em bêjin ka ew 128 milyar dolar li kuderê ye dê aştiya civakî têk biçe, dema em bêjin daristanên me dişewitin û firoke çima ranabin dê dozger vê yekê wek tawan bibîne.”

Di dawiya daxuyaniyê de Abdullah Atîk anî zimên ku dê desthilat nekaribe xelkê, çapemeniyê û kedkarên çapemeniyê bêdeng bike.