HDP, CHP û Partiya Pêşerojê bertek li gotinên Erdogan nîşan dan

Erdogan gotibû: “Zêdebûna zarokan gelek girîng e. Li PKKê binêre, 5, 10, 15 zarokên wan hene.”

Navenda Nûçeyan (K24) – Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Komarî ya Gel (CHP) û Partiya Pêşerojê (Gelecek) bertek li gotinên Erdogan nîşan dan, ku ji Mehmet Alî Çelebî û hevjîna wî re gotibû: “Zêdebûna zarokan gelek girîng e. Li PKKê binêre, 5, 10, 15 zarokên wan hene.”

Cîgira Serokê Firaksiyona Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaş bertek li gotinên Serokomarê Tirkiyê û Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) Recep Tayyip Erdogan nîşan da, ku Erdogan gotibû: “Zêdebûna zarokan gelek girîng e. Li PKKê binêre, 5, 10, 15 zarokên wan hene.”

Meral Daniş Beştaş li Parlamentoya Tirkiyê diyar kir: “Ew zêdebûna zarokan weke karekî terorê dibîne. Ev mejiyekî nijadperestî ye.”

Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê (Gelecek) Ahmet Davutoglu li ser hesabê xwe yê Twitterê bertek li gotinên Erdogan nîşan da.

Ahmet Davutoglu diyar kir: “Weke tê zanîn, zarokên vî welatî li Qendîlê jidayîk nabin, mebesta we gelek eşkere li holê ye Birêz Erdogan! Gotinên we li hember mafên mirovan û mafên jinan bêrêzî ye. Hemû zarokên ku li vî welatî jidayîk dibin, welatiyên birûmet ên Komara Tirkiyê ne. Cudaxistina navbera zarokan nijadperestî ye.”

Cîgirê Serokê Firaksiyona Partiya Komarî ya Gel (CHP) Ozgur Ozel jî li Parlamentoya Tirkiyê diyar kir: “Eger di tomarên Wezareta Navxwe de zarokên PKKê tune bin, ji kê re dibêje PKK, ji kê re dibêje terorîst? Em vê gotinê şermezar dikin.”