Li Tirkiyê nîqaşa li ser yasaya nû ya medyayê didome

Bi vê yasayê kesên bi belavkirina nûçeyên nerast dibin sedema metirsiya civakê heta 3 salan bi zindanê dê bên cezakirin.
kurdistan24.net

Stenbol (K24) - Li Tirkiyeyê piştî pejirandina yasaya nû ya derbarê medyayê de nîqaşa li ser wê hêj didome û opozîsyona vî welatî ji bo betalkirina yasayê serî li dadgeha bilind da. Bi vê yasayê kesên bi belavkirina nûçeyên nerast dibin sedema metirsiya civakê heta 3 salan bi zindanê dê bên cezakirin.

Aliyê desthilatê, yasayê ji bo asayîşa civakê pêwîst dibîne. Lê opozîsyon û komeleyên rojnamevanî yasayê li dijî azadiya medyayê dibînin û wek “yasaya sansurê” bi nav dikin.

Li Tirkiyeyê yasaya derbarê medya û medyakaran de li gel nîqaşên dûrûdirêj ên navbera aliyên opozîsyon û desthilatê li parlamentoya vî welatî hat qebûlkirin lê nîqaşên li ser babetê hêj didome.

Yek ji rexneya li ser yasayê derbarê xala 29an de ye. Li gor vê maddeyê kesên nûçeyên nerast ku li nav xelkê dibe sedema xof û metirsiyê û asayîşa civakê têk dibe belav bike, ji salekê heta 3 salan bi zindanê dê bên cezakirin.

Li gor aliyên opozîsyonê ku li dijî vê yasayê ne, pisporek an kesek ku pêşbiniya xwe li ser babetekê bibêje bi vê yasayê îhtîmala girtina wan heye. Komele û sendîqayên rojnamevanî jî vê yasayê wek astengkirina azadiya fikr û medyayê dibînin.

Serokê Sendîkaya Rojnamevanan a Tirkiyeyê Gokhan Durmuş ji K24ê re ragihand: “Bi vê yasayê li gel rojnamevan, bikarhanêrên sosyal medyayê jî tên armanckirin. Desthilata ku ji %90 medyaya vî welatî kontrol dike hewl dide zextek li sosyal medyayê jî bike. Divê xebatek li dijî dezenformasyonê bê kirin, lê bi vê yasayê heqîqet tê veşartin, loma em jê re dibêjin, ev yasaya sansurê ye.”

Li gor aliyê desthilatê ku piştgiriya yasayê dikin, ji bo şikestina dezenformasyonê pêdivî bi yasayê heye.

Lêkolîner Îhsan Aktaş ji K24ê re diyar kir: “Gelek caran nûçe û agahiyên nerast li nav xelkê tên belavkirin û ev di nava civakê de dibe sedema metirsiyê. Ji bo pêşî li vê yekê bê girtin ev yasa hat amadekirin. Eger welatî ji vê yasayê zirarek bibîne, dikare bi rêya dadgehan mafê xwe bistîne. Jixwe di rewşeke wiha de hikûmet jî dê li erkê xwe rabe.”

Partiya sereke ya opozîsyona vî welatî CHP ji bo betalkirina yasayê serî li Dadgeha Destûra Bilind da. 

Li Tirkiyeyê berê niha platforma Wikipedia jî bo asayîşa civakê wek gef hat destnîşankirin û heta 2 sal û nîv hatibû astengkirin.