"Divê Kurd zêdetir girîngiyê bidin hilbijartinên parlamentoyê"

Akademîsyen û şîrovekarên siyasî dibêjin; divê kurd zêdetir girîngiyê bidin hilbijartinên parlementoyê û hejmareke zêde ya parlementerên kurd rêkin parlementoya Enqere, da bikaribin mafên kurdan bi yasayan biparêzin.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Di Hezîrana 2023an de dê li Tirkiyeyê hilbijartinên serokomarî û parlementoyê bêne kirin. Hevpeymana Cumhur, Milet û Ked û Azadiyê berê xwe dane dengên kurdan. Akademîsyen û şîrovekarên siyasî dibêjin; divê kurd zêdetir girîngiyê bidin hilbijartinên parlementoyê û hejmareke zêde ya parlementerên kurd rêkin parlementoya Enqere, da bikaribin mafên kurdan bi yasayan biparêzin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, piştî 8 mehên din ango di Hezîrana 2023an de hilbijartinên serokomarî û parlementoyê dê bêne kirin. Ji bo ku zêdetir dengên kurdan bigirin rayedarên hemû partiyan di vê pêvajoyê de behsa çareserkirina pirsgirêka kurd dike. Li gorî nirxandina akademîsyenan, divê Kurd zêdetir girîngiyê bidin hilbijartinên parlementoyê da ku li ser amadekirina yasayên nû bandora kurdan hebe.

Akademîsyen Dr. Cuma Çîçek ji K24ê re diyar kir: “Dema ku em li dîrokên pêvajoyên aşitiyê dinêrin em dibînin ku hemû reform ku hatine kirin di pêvajoyên aşitiyê de hatine kirin. Mixabin meseleye Kurd li Enqereyê ne meseleyeke pêşwaziyê ye. Li dijî meseleya kurdan di nava civata Tirk de lihevkirineke giştî heye. Da ku di hilbijatinan de bi ser bikevin hin derfet peyda dibin, bi ya min jêhatina Kurdan di vê hilbijartinê de dê bikaranîna derfetan diyar bike. Bi ya min divê kurd zorê bidin partiyên ku reforman bikin.”

Li gorî nirxandina akademîsyen û şîrovekarên siyasî, ji bo Kurdên ku nava partiyên merkezî yên wekî AK Partî û CHPê de cih digirin, meseleya kurd ne meseleyeke sereke ye. Ji bilî van kurdan, divê kurdên din bala xwe bidin berjewendiyên xwe yên neteweyî û li gorî vê yekê di hilbijartinan de pozîsyonekê bigirin.

Şîrovekarê Siyasî Elî Oncu ji K24ê re ragihand: “Eger kurdan di nava xwe de hevpeymanek avabikirana û navek li xwe bikirana û ji wan re bigotana; eger ku di destûra bingehîn de mafê perwerdehiya ziman kurdî mîsoger bikin, kurdan jî dikarîn pozisyona xwe diyar bikirana û di vê hilbijartinê de li ser piştgiriya xwe bazarî bikirana.”

Li gorî nirxandina akademîsyen û şîrovekarên siyasî desthilatdarî û opozîsyon di mijara çareserkirina pirsgirêka kurd de ne jidil in û tenê di pêvajoyên hilbijartinan de xwe li ber dilê kurdan şîrîn dikin û ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd daxwaza piştgiriyê dikin. Şîrovekar dibêjin; divê kurd hesabê paşeroja xwe bikin û helwesteke neteweyî û berjewendîparêz nîşan bidin.