“Pirsa hîcabê li Tirkiyê ji bo armancên siyasî tê bikaranîn”

kurdistan24.net

Stenbol (K24) – Li Tirkiyeyê pirsa hîcabê ku bi biryarnameyan di dezgehên fermî de serbest hatiye hiştin di rojeva siyasî ya li vî welatî de wek babeteke sereke tê nîqaşkirin. CHP partiya sereke ya opozîsyonê ye bi mebesta garantiyeke qanûnî bi yasayekê çareseriyekê pêşniyaz dike, AK Partî ya desthilat jî di asta destûrê de hewla çareseriyê dide. Gelek welatiyan xebata asta destûrê wek çareyeke mayînde dibînin. Li gor hin şîrovekaran jî meseleya hîcabê ji bo berjewendiyên siyasî tê bikaranîn.

Li Tirkiyeyê mijara hîcabê ku beriya çend salan di rojeva vî welatî de wek babeteke sereke cîh digirt, piştî salên dûrûdirêj bi banga Serokê Partiya Opozîsyona Sereke ya CHP Kemal Kiliçdaroglu careke din di rojeva siyasî ya vî welatî de tê nîqaşkirin.

Kiliçdaroglu der barê hîcabê de ku halîhazir di dezgehên fermî de bi biryarmaneyan serbest hatiye hiştin, banga garantiyeke yasayî kir û yasaprojeyekê bo parlamentoyê da pêşkêşkirin.

Partiya desthilatê AK Partî jî bang li opozîsyonê kir ku vê meseleyê ne di asta qanûnê de di asta destûrê de safî bikin da ku bi awayeke mayînde çareyekê bê peydekirin, hetta ew dikarin li ser babetê amade ne ku referandûmekê jî bikin.

Li gor nivîskar Mufîd Yuksel mijara hîcabê ji hêla partiyên siyasî ve bo berjewendiyên siyasî tê bikaranîn.

Nivîskar û lêkolîner Mufîd Yuksel ji K24ê re got: “Her du aliyên siyasî jî hîcabê wek kelûpeleke siyasî bi kar tînin. Kiliçdaroglu bi vê xebata xwe hewl dide wê kelûpelê ji destê desthilatê bistîne û mesajeke wiha dide xelkê “Binêrin em jî li ser vê meseleyê disekinin. Ji ber hevrikiya siyasî ya opozîsyon û desthilatê mijar tê nîqaşkirin.”

Derbarê babetê de li navçeya Fatîha Stenbolê ku wek navçeyeke bi giştî oldar û kelha muhafazakaran tê zanîn gelek kes xebata asta destûrê wek çareyeke esasî dibînin.

Heta sala 2008an li Tirkiyeyê kesên hîcab bikar dianiyan ji ber qedexeyê nedikariyan bikevin zanîngehê û perwerde bibin an jî karkirina li nav dezegeheke din a fermî bo wan qedexe bû. Wê salê AK Partî û MHP bi amadekirina yasayekê bikaranîna hîcabê li dezgehên fermî serbest hiştibû. Lê piştre li ser daxwaza CHP dadgeha destûrê ev yasa betal kir. Niha tenê bi biryarnameyan bikaranîna hîcabê serbest e.