Serokwezîr Mesrûr Barzanî 6 milyar dînar ji bo navendên xwendinê terxan dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Perwerdehiyê ragihand, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî 6 milyar dînar ji bo navendên perwerdehiyê terxan kir.
Wezareta Perwerdehiyê ya Herêma Kurdistanê îro 25ê Cotmeha 2022an di daxuyaniyekê belav kir, Serokwezîr Mesrûr Barzanî 6 milyar dînar ji bo navendên perwerdeyê terxan kir:
Sê milyar dînar ji bo avakirina navendên xwendinê li Wezareta Perwerdeyê hatiye terxankirin, di vê derbarê de hemû rêkarên endazyarî û îdarî û fermanên xerckirina darayî bo avakirina 184 polên nû hatine terxankirin. Niha dikarin dest bi cibicîbikirinê bê kirin.
Wezareta Perwerdeyê ragihand ku 3 milyar dînarên din ji bo nûkirina 293 dibistanan ku rêkarên endezyarî û îdarî û fermanên xerckirina darayî li ser bûdceya asayî ya Rêveberiya Giştî ya Perwerdeya parêzgehan û rêveberiyên serbixwe temam kirine. Niha dikarin dest bi cibicîbikirinê bê kirin.