CHP: Pirsa zimanê zikmakî dê di maseya 6 alî de were gotûbêjkirin

Partiya Komarî ya Gel (CHP) ji bo ku dengên kurdan bistîne serdanên bo bajarên Bakurê Kurdistanê zêde dike, lê nivîskar û şîrovekar dibêjin hijmara serdanan zêde dibe, lê proje û gotinên bo çareseriya pirsa Kurd lawaz dimînin.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Partiya Komarî ya Gel (CHP) ji bo ku dengên kurdan bistîne serdanên bo bajarên Bakurê Kurdistanê zêde dike, lê nivîskar û şîrovekar dibêjin hijmara serdanan zêde dibe, lê proje û gotinên bo çareseriya pirsa Kurd lawaz dimînin.

Partiya Komarî ya Gel (CHP) bi şandeyekê serdana Diyarbekir kir û di serdanê de bo bîranîna Tahîr Elçî ber Minareya Çarling daxuyaniyek hat dayîn û paşê jî li ber avahiya CHPê ya Diyarbekir li ser otobêsê mîtîngek jî hat li darxistin.

Di serdana CHPê ya Diyarbekir de  rayedarên CHPê bersiva pirsên wek piştgiriya Ahmed Turk bo Kemal Kiliçdaroglu, perwerdehiya zimanê zikmakî dan û gotinên serokomar ku gotibû pirsa kurd nemaye nirxandin.

Seroka Şaxa Jinan a CHPê Aylîn Nazliaka ji K24ê re diyar kir: “Em keyfxweş in ku helwestek wisa bo serokê me heye lê namzetê serokomariyê dê ji aliyê maseya 6 alî ve were diyarkirin. Pirsa zimanê zikmakî jî dê di maseya 6 alî de were gotubêjkirin. Serokomarê Tirkiyeyê ji pirsgirêkên Tirkiyeyê dûr ketiye û haya wî ji pirsgirêkan tineye, serokomar bi gef û darê zorê xebatkarên saziyên fermî tîne mîtînga xwe, ew bi van tiştan ve mijûl e.”

Derbarê serdanên CHPê û helwesta CHPê ya çareseriya pirsa kurd de nivîskar û şîrovekarên kurd dibêjin CHP hem ji ber rabirduya xwe hem jî ji ber desthilatê bi awayeke wêrek nikare derbarê çareseriya pirsa kurd de gavan bavêje an jî gotinên wêrek bi kar bîne.

Nivîskar Nûrî Sinir ji K24ê re diyar kir: “CHP newêrek e û ne jidil e, yên ku CHPê birêve dibin îttîhadçî ne, ne ew kesên ku em wan dibînin in. Biryarên CHPê ji aliyê kemalîst û îttîhadçiyan ve tên dayîn.”

Aliyek din ên şîrovekar û siyasetmedarên kurd jî di wê baweriyê de ne ku Kemal Kiliçdaroglu ruyê nerm û demokrat ê CHPê ye  û eger CHP were desthilatê dê serokatî ji Kiliçdaroglu were standin û dê nêrîna kemalîzmê bi temamî di CHPê de cîbicî bibe.