Nûnerê Amerîkî û ENKSê behsa derfetên yekrêziya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê dikin

Cîgirê Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîka û Nûnerê Amerîkî yê Taybet bo Sûriyê liHewlêrê bi şandeke ENKSê re civiya
Cîgira Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîka û şanda ENKSê - Wêne: Balyozxaneya Amerîkî li Şamê
Cîgira Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîka û şanda ENKSê - Wêne: Balyozxaneya Amerîkî li Şamê

Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgirê Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîka û Nûnerê Amerîkî yê Taybet bo Sûriyê û şandeke ENKSê behsa nêzîkbûna aliyên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê, rewşa koçberan û metirsiya berdewam a DAIŞê li herêmê kirin.

Balyozxaneya Amerîkî ya li Şamê li hejmara xwe ya tora civakî “Twitter” belav kir, Cîgirê Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîka û Nûnerê Amerîkî yê Taybet bo Sûriyê Ethan Goldrich li Hewlêrê bi şandeke ENKSê re civiya û behsa nêzîkbûna aliyên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê, rewşa koçberan û metirsiya berdewam a DAIŞê li herêmê kirin.

Ji aliyê xwe ve, endamê şanda ENKSê Îbrahîm Biro ji K24ê re diyar kir şanda ENKSê ku ji wî û Dr. Ebdulhekîm Beşar pêk hatibû, îro li Hewlêrê ligel Alîkarê Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîka û Şanderê Taybet bo Sûriyê Ethan Coldrich û Seroka Beşa Siyasî li Konsulxaneya Amerîkî li Hewlêrê Xanim Catherine re civiya.

Got jî: Di civînê de Nûnerê Amerîkî behsa proseya siyasî li Sûriyê û pêwîstiya cîbicîkirina biryarên navdewletî kir û bi tekezî li ser şerê li dijî terorê û çavdêriya mafên mirovan li Sûriyê kir. Her wiha behsa derfeta dubare destpêkirina diyaloga Kurdî ya di navbara ENKS û PYNKê li Rojavayê Kurdistanê kir.

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdî (PYNK) di Mijdara 2019an de û bi piştgiriya Amerîka, Herêma Kurdistanê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) dest bi danûstendinên yekrêziya navmala Kurdî û beşdariya ENKSê di nava Rêveberiya rojavayê Kurdistanê de kiribûn, lê ev diyalog piştî salekê û bêyî gihîştina bi rêkeftinekê  rawestiyane.

Biro destnîşan kir, şanda EKNKê jî behsa rê û aloziyên li pêşiya çareseriya siyasî li Sûriyê kir, ji ber ku rêjîma Sûriyê çareseriya siyasî qebûl nake û çareseriya leşkerî hilbijartiye.

Da zanîn jî, şanda ENKSê bang li aliyê Amerîkî kir ku ji bo rêyêne aram ji bo vegera xelkê Efrîn, Girê Sipî û Serê Kaniyê li ser cih û warên xwe dabîn bike.

Her wiha şanda ENKSê rewşa herêmên rojhilatê Firatê bi giştî û deverên Kurdî bi taybetî nirxand û diyar kir ku ji ber şert û mercên jiyanê yên dijwar, leşkeriya neçar û sîstema perwerdehiyê ya edolojîk, koçberiya xelkê ji herêmê zêde bûye.

Her wiha şanda ENKSê bang li alîyê Amerîkî kir ku bandora xwe bikar bîne ji bo çareserkirina van pirsgirêkan, ta ku rê li ber koçberiya xelkê were girtin.