Selahedîn Demîrtaş bo Diyarbekirê hate birin

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevserokê berê yê HDP’ê Selahedîn Demîrtaş ji bo serdana bavê xwe yê nexweş li nexweşxaneyê bike, ji bo Diyarbekirê hate birin.

Li gorî zanyariyên ku hatine bidestxistin, bavê Selahedîn Demîrtaş, Tahîr Demîrtaş celteya dil derbas kir û ji bo nexweşxaneyê hatiye rakirin.

Selahedîn Demîrtaş jî şeva borî di nava bergirtiyên berfireh yên ewlekariyê de ji zindana Edîrneyê bo Diyarbekirê hate veguhastin.

Demîrtaş, li nexweşxaneyê serdana bavê xwe kir û derdora demjimêr 4.00an dîsa hêzên asayîşê ew vegerandin zindana Edîrneyê.