Li bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê greva giştî birêve çû
Hewlêr (K24) – Xwepêşandanên li Îranê derbasî meha duyem bûye û îro li bajar û bajarokên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê greva giştî birêve çû.
Îro danê sibê 15ê Mijdara 2022yan, xelkê bajarên Mehabad, Sine, Kirmaşan, Merîwan, Seqiz, Bane, Dîwandere, Bokan, Şino, Pîranşar, Kamyaran û Serdeştê, dikanên xwe venekirin.
Li gor vîdeoya ku li medyaya civakî belav bûye, greva giştî li beşek ji bajarên Tehran, Şîraz, Meşhed, Reşt, Merûdeşt, Esfehan, Yezd, Erak, Kirman, Germsar û Ginawe birêve çû.
Ev grev li ser daxwaza çend partî û rêxistinên navxwe û derve yên Îranê ve hat kirin û ji bo bîranîna 24ê Mijdara 2019an bûye, ku di wê rojê de li çend bajar û bajarokên Îranê xwepêşandan birêve çûye û li gor zanyariyên nefermî yên rêxistinên mafên mirovan, di wê rojê de bi sedan xwepêşander bi teqeyên rasterast ên hêzên ewlehiya Îranê ve hatin kuştin.
Ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê IRNA di çend nûçeyên xwe de girtina bazar û dikanan li çend deverên Tehranê piştrast kiriye, lê belê sedema vê yekê weke “ji tirsa alozî û gefa li ser malên xwe, dikandaran dikanên xwe girtine" nîşan daye.