Li Sûriyê baregeheke hêzên Hevpeymaniya Navdewletî hat bombebarankirin

Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê ragihand, baregeheke hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li devera gundê Kesk li bakurê rojhilatê Sûriyê hat bombebarankirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê ragihand, baregeheke hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li devera gundê Kesk li bakurê rojhilatê Sûriyê hat bombebarankirin.

Di daxuyaniya Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê de hat diyar kirin, mûşekan serbazên Hevpeymaniya Navdewletî kirin armanc, lê ti ziyanek tune ye.

Herwiha eşkere kir, deverên ku hatin mûşekbarankirin, tevî hebûna hêzên Hevpeymaniya Navdewletî, bîrên petrolê jî lê ne û gumana wê yekê heye ku êrîş li dijî bîrên petrolê hatibin kirin û lêkolîna li ser bûyerê dest pê kiriye.

Ev di demekê de ye ku di dema borî de baregeheke din a hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li devera Dêrezorê ya Sûriyê hat bombebarankirin, Hevpeymaniya Navdewletî jî cihê ku mûşek jê hatine avêtin, bombebaran kir.