Çekdarên ser bi Tirkiyê ve 2 welatiyên Efrînê revandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê yên bi artêşa Tirkiyê re herêma Efrînê dagîr kirinem berdewam in bi revandina welatiyên Kurd û birîna dar û daristanên herêmê.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê di raportekê de belava kir, çekdarên grûpa “Feyleq El-Şamê” roja 25ê Mijdarê endamê Encûmena Xwecihî yê Navçeya Mabeta Henan Henan revand.

Diyar kir jî, Henan Henan ji gundê Qenterê yê ser bi navçeya Mabeta ve ye, ew ji ber weşandina postekê li tora civakî hatiye revandin û heta niha çarenivîsa wî ne diyar e.

Rexistina Mafên Mirovan ragihand jî, çekdarên grûpa “Feyleq El-Şamê” roja 25ê Mijdarê kesekî bi navê Henan Emîn Eslan ji gundê Emara yê navçeya Mabeta revand û li hember 200 dolarên Amerîkî hate berdan.

Wê rêxistinê destnîşan kir jî, çekdarên “Feyleq El-Şamê” roja 22ê Mijdarê dora 300 darên zeytûnan li navçeya Şêrewa birîn û birin baregeha leşkerî ya gundê Îska.

Diyar kir jî, çekdarên grûpa “Saîrûn”, rojane 5 – 10 barhilgiran darên gundiyan û daristanên navçeya Şera dibirin û li pêş çavên xwediyên daran didizin bêyî ku kesek bikare rêgiriyê wan li bike.

Rexistina Mafên Mirovan amaje bi wê kir, fermandarê grûpa Emşat Mihemed Casim bac li ser berhemên zeytûnan ji xelkê navçeya Şiyê ferz kiriye, her wiha baca hezar dolarê Amerîkî li xwedê her guvaşgeheke zeytûnan û baca 2 hezar û 500 dolarê Amerîkî jî li bazirganên zeyt û zeytûnan sepandine.  

Ji dema dagirkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve di Adara 2018an de, zêdetir ji 8 hezar Kurdên Efrînê hatine revandin û bi sedhezaran darên zeytûnan û daristanan hatine birîn û şewitandin.