Demirtaş ji bo hevdîtina bi Ocalan re serî li Wezareta Dadê ya Tirkiyê da

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevserokê berê yê HDPê yê zindanîkirî Selahattin Demirtaş ji bo hevdîtineke online li gel serokê PKKê Abdullah Ocalan bike, serî li Wezareta Dadê ya Tirkiyê da.

Demîrtaş di serlêdana xwe de diyar kir ku tecrîda li ser Ocalan kiryareke nehiqûqî ye û divê bi dawî bibe.

Demîrtaş got: “Ji bo dawî li polîtîkayên li Girtîgeha Îmraliyê bi awayekî daîmî bê anîn, ez weke parêzer û siyasetmedar daxwaz dikim ku ji Girtîgeha Tîpa F ya Edîrneyê ku ez lê me bi rêya SEGBÎS'ê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk bînin.”

Demîrtaş got: “Weke ku tê zanîn Abdullah Ocalan ev nêzî bîst û sê sal in li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Îmraliyê ya girêdayî Wezareta we di hucreya yek kesî de û di şert û mercên tecrîdê de tê ragirtin. Zêdetirî bîst meh in bi awayekî derqanûnî ji mafê xwe yê ramanê li gel malbat û parêzerên xwe bêpar maye.”

Demîrtaş di serlêdanê de dibêje: “Di vê demê de ku welat niha rastî xizaniyeke kûr, qeyrana aborî û depresyonên civakî tê, siyaseta hikûmetê ya pevçûn û aloziyê, li hundir û derve, dibe sedema ziyan û azarên mezin. Hêviya herî mezin a gel ew e ku di zûtirîn dem de dev ji van polîtîkayên şaş berdin;  jîngeheke aştî û aramiyê dabîn bike ku tê de xizanî û bêkarî bi dawî bibe.”

PARLAMENTERÊN HDP Û DBPÊ JÎ DAXWAZA HEVDÎTINÊ DIKIN

Her di vê derbarê de, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û wekîlên HDP'ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît, Nuran Îmîr û Erdal Aydemîr bi daxwaza hevdîtina bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re serî li Wezareta Edaletê dan.

Di daxwaznameya ku pêşkêşî Wezareta Dadê hatiye kirin de, ji Abdullah Ocalan ê ku 20 meh in agahî jê nayê girtin, daxwaza hevdîtinê hatiye kirin.

BULDAN Û SANCAR JÎ SERLÊDAN KIRIBÛ

Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar, Berdevka Partiyê Ebru Gunay û Endamê Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) û biraziyê Abdullah Ocalan Omer Ocalan jî di 20’ê Cotmehê de ji bo biçin Girtîgeha Îmraliyê, serî li Wezareta Dadê dabûn. Lê derbarê serlêdanê de hîn ti bersiv nehatiye dayîn.