Şandeyeke UNESCO serdana bircên Diyarbekirê kir

Şandeya UNESCO ya Navenda Mîrata Cîhanê û Lijneya Navneteweyî ya Parastina Bîrdarî û Sîteyan li Diyarbekirê serdana Girê Amîdayê kirin.
Diyarbekir
Diyarbekir

Diyarbekir (K24) – Şandeyeke UNESCO ya Navenda Mîrata Cîhanê û Lijneya Navneteweyî ya Parastina Bîrdarî û Sîteyan li Diyarbekirê serdana Girê Amîdayê kirin û li vê derê kolînên Qesra Artukluyê jî di cih de şopandin.

Şandeya UNESCOyê ku wek Peywira Taybet a Çavdêriya Reaktîf hatiye binavkirin li Diyarekirê serdana Girê Amîdayê kir û herwiha li vê derê çavdêriya kolînên Qesra Artukiyan jî kirin.

Serokê Kolînên Qesra Artukiyan Profesor Îrfan Yildiz pêşwaziya şandê kir û derbarê xebatan de agahî dan şandeyê.

Şandeya UNESCOyê piştî Girê Amîdayê serdana rojhilatê Bircên Diyarbekir kir û li vê derê lêkolînên xwe domandin.

Şande piştî vê derê dê serdana avahiyên nû hatîn çêkirin yên nav Sûrê bike û paşê jî dê li gel saziyên sivîl ên bajêr hevdîtinan pêk bîne.

Xebatên şandeya UNESCOyê ku di 28ê Mijdarê de dest pê kirin, dê heta 2yê Berfanbarê bidomin.

Kesên di şandeyê de cih digirin ev in; pisporên ICOMOSê Nîcolas Faucherre (Fransa),  Girellan Rourke (Îrlanda), Maria Lioulou.

Bircên Diyarbekir li gel Baxçeyên Hewselê di sala 2015an de di nava lîsteya UNESCOyê de cih girtibû û paşê di şerên xendeqan de zirarek mezin dîtibû ku niha jî restorasyona bircan berdewam e.