Helwesta sendîka û welatiyên Tirkiyê li hember pêşniyarên kêmmûçeyê

Li Tirkiyê piştî ku amarên hilwesanê yên Mijdarê hatin ragihandin sendîkayan jî bo diyarkirina rêjeya kêmmûçeyê dengê xwe bilind kirin.
kurdistan24.net

Stenbol (K24) - Li Tirkiyê asta hejariyê wekî 26 hezar û 400 lîra hatiye destnîşankirin. Kêmmûçeya ku bi awayekî fermî hatiye diyarkirin jî herî dawî wekî 5 hezar û 500 lîre hat diyarkirin. Lê belê li beramber hilawesana Tirkiyê ev mûçe gelekî kêm dimîne ku 4 qatan li jêr asta hejariyê ye. Sendîkayên karkeran jî daxwaz dikin ku kêmmûçe herî kêm bibe 13 hezar û 200 lîre ku qet nebe xelk karibe pêdiviyên xwe yên zerûrî dabîn bike.

Li Tirkiyê piştî ku amarên hilwesanê yên Mijdarê hatin ragihandin sendîkayan jî bo diyarkirina rêjeya kêmmûçeyê dengê xwe bilind kirin. Sendîkaya Kargerên Şoreşger yên Tirkiyê DÎSKê li ser vê yekê diyar dike ku li gorî amarên hilawesanê û rewşa aboriya Tirkiyê divê di sala 2023an de kêmmûçe herî kêm bibe 13 hezar û 200 lîre anku nîvê asta hejariyê.

Pispora Navendî ya Vekolîna DÎSKê Zeynep Kandaz ji K24ê re diyar kir: “Nîqaşa zêdekerina li ser kêmmûçeyê ya ku bi tenê enflasyonê li ber çav digire şaş e. Em wekî DÎSKê dibêjin divê di heman demê ji asta mezinbûna aboriya welêt jî karker û karmend para xwe bistînin. Yanî ji dahata xeyrî safî ya neteweyî. Herwiha li gorî vê esasê divê asta xîzaniyê ku çûye ser 26 hezar lîreyan li ber çav bê girtin. Loma me nîviyê asta xîzaniyê yanî 13 hezar 200 lîre pêşniyar kir. Herwisa divê nîvê salê ji ber enflasyona bilind ji carekê zêdetir asta kêmmûçeyê bê bilindkirin."

Welatî dibêjin; di rewşeke asayî de dibe ku 13 hezar 200 lîre yanî pêşniyara sendîkayan têra wan bike. Lê ew dibêjin; piştî kêm mûçe zêde dibe ji nişka ve bihayê hertiştî jî zêde dibe. Loma tu feydeya zêdekirina kêmûçeyê nabe li welatiyan.

Karkerekî bi navê Ozcan Aslan diyar kir: “Jixwe herkes dizane ku ev kêmmûçeya niha têrî welatiyan nake. Kirêya xaniyan û kêmmûçe li holê ye. Ev daxwaz û pêşniyarên partî û sendîqeyan yên derbarê kêm mûçeyê de belkî di rewşekî asayî de têrî me bikira lê di vê rewşa aborî de ne pêkane ku têrî me bike.

Cotkar Seyfî Yenî jî dibêje: “A rastî tu wateya zêdekirina kêmmûçeyê nemaye êdî. Berê çîna jor, çîna navîn û çîna jêr hebû niha êdî çîna navîn nemaye. Tenê çînên jor û jêr hene. Ne ajelvanî hiştin ne cotyarî. Di van şert û mercan de kêmmûçe bibe 10 hezar lîre jî bê feyde ye. Ji ber ku hilberîn nemaye.”

Hikûmeta Tirkiyê jî dibêje ew ê nehêlin di binê barê enflasyona zêde de pişta xebatkaran bitewe. Lê sendîka di vî warî de bi guman in ku hikûmet guh nede daxwazên wan û tenê li gorî rêjeya enflasyonê di kêmûçeyê de zêdebûnekê pêk bîne ku ev jî wê nebe derman bo debara jiyana xebatkar û welatiyên Tirkiyê.