Rola Kurdan di rêjeya dengên partiyên siyasî yên Tirkiyê de

Li Tirkiyê rapirsiyên li ser hilbijartinan nîşan didin, rêjeya dengên ‘Hevpeymana Komar’ a ku pêşengiya wê AK Partî dike û ‘Hevpeymana Milet’ a ku pêşengiya wê CHP dike nêzîkî hev in.
kurdistan24.net

Stenbol (K24) - Li Tirkiyê rapirsiyên li ser hilbijartinan nîşan didin, rêjeya dengên ‘Hevpeymana Komar’ a ku pêşengiya wê AK Partî dike û ‘Hevpeymana Milet’ a ku pêşengiya wê CHP dike nêzîkî hev in. Şîrovekarên siyasî balê dikêşînin ser girîngiya dengdêrên Kurd û amaje dikin helwesta Kurd dê encama hilbijartina li Tirkiyeyê diyar bike.

Li Tirkiyeyê rikeberiyên li nav partiyên siyasî ber bi hilbijartina Serokkomarî û parlamenterî ku ji 6 mehan kêmtir maye her diçe zêdetir dibe.

Plan û projeyên ji hêla partiya desthilat AK Partî û partiya sereke ya opozîsyonê CHP ve tên eşkerekirin bandorê li ser helwesta dengdêran jî dike.

Li gor rapirsiyeke ya ji hêla BUPARê ve li 21 bajaran der barê hilbijartina Serokomariyê de hatiye kirin piştî eşkerekirina plana “Banga Bo Sedsala Duyem” a CHP ku tê da çaksaziyên li ser dezgehên li nav dewletê û gavên bo aştiyê cîh digirin rêjeya dengê ‘Tifaqa Milet’ a ku pêşengiya wê CHP dike ji%49,5 rêjeya dengê ‘Tifaqa Komar’ a ku pêşengiya wê AK Partî dike ji%39,4 tê destnîşankirin. Ji%11,1 jî dudil in ku hêj biryarekê nedane

Şîrovekarê Siyasî Umît Firat ji K24ê re diyar kir: “Piraniya xelkê vî welatî ji rewşa niha ya aborî û siyasî ne razî ne û ji desthilata heyî gazindan dikin. Ji ber vê xelk zêdetir piştgiriyê dide opozîsyonê. Li gor hilbijartinên berê cara yekem e rêjeyên AK Partî gelek kêm bûye, beramberî vê cara yekem e egera serkeftina opozîsyonê zêde bûye.”

Piraniya rapirsiyên li ser hilbijartina bê tê kirin nîşan didin ku rêjeya dengên her du hevpeymanên siyasî nêzîkî hev in. HDP ku li derveyî van her du tifaqan e rêjeya dengê wê derûdora ji%13 tê destnîşankirin ji bo diyarkirina desthilata nû partiyeke krîtîk tê dîtin.

Rojnamevan Îhsan Kaçar ji K24ê re diyar kir: “HDP niha hewl dide bi namzedê xwe bikeve hilbijartina Serokomarî. Lê eger ‘Hevpeymana Milet’ hessasiyeta Kurdan bigire ber çav, di safîkirina kêşeya Kurd de gavekê biavêje û li gor vê namzedek diyar bike HDP û partiyên din ên Kurdistanî dê piştgiriyê bidin namzedê hevpeymaniya Miletê.”

Serokwezîrê berê yê Tirkiyeyê Mesut Yılmaz beriya 23 salan gotibû rêya diçe Yekîtiya Ewropayê ji Diyarbekirê diçe. Wate heta kêşeya Kurd çareser nebe Yekîtiya Ewropa jî bo Tirkiye xeyal e. Sal û hemû tecrûbeyên siyasî li vî welatî nîşan dide bêyî piştgiriya Kurdan serkeftina partiyeke siyasî bo desthilatê jî xeyal e.