Bi boneya Roja Ala Kurdistanê, dîzayna 5 pûlên postan hatin belavkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Veguhastin û Gihandinê ya Herêma Kurdistanê bi boneya Roja Ala Kurdistanê, dîzayna 5 pûlên postan belav kir ku bi çend nexşe û wêneyên cuda hatine dîzaynkirin.

Fermangeha Medya û Zanyariyan ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro 17ê Berfanbara 2022an belav kir, bi boneya Roja Ala Kurdistanê, Wezareta Veguhastin û Gihandinê ya Herêma Kurdistanê, 5 pûlên postan belav kirin.

Fermangeha Medya û Zanyariyan diyar kir jî, îsal bi boneya Roja Ala Kurdistanê, li sazî û dezgehên Hikûmeta Herêma Kurdistanê betlane hatiye ragihand û çalakî tenê li dibistanan hatin lidarxistin. Lê Wezareta Veguhastin û Gihandinê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, 5 pûlên postê bi nexş û wêneyên cuda dîzayn kirin.

Ala Kurdistanê ku 17.12.1945ê li ser avahiya hikûmeta Komara Kurdistanê li Mehabadê hatibû bilindkirin, ji wê rojê ve jî wek sembola netewî ji aliyê hemû Kurdan ve tê pîrozkirin.

Parlamentoya Kurdistanê di sala 2009ê de roja 17ê Berfanbarê wek Roja Ala Kurdistanê li Herêma Kurdistanê ragihandiye, xelkê Herêma Kurdistanê her sal di vê rojê de ala Kurdistanê pîroz dikin.

Di sala 1992an de Encûmena niştimanî ya Kurdistanê biryar da ku ala niha ya Herêma Kurdistanê weke ala fermî û sembola Hikûmeta Herêma Kurdistanê bê ragihandin.