Li Stenbolê fûara keştiyan dest pê kir

Fûara boat û keştiyan a li Stenbolê ku wek fûara herî mezin a duyemîn a li cîhanê tê destnîşankirin dest pê kir.
kurdistan24.net

Stenbol (K24) - Fûara boat û keştiyan a li Stenbolê ku wek fûara herî mezin a duyemîn a li cîhanê tê destnîşankirin dest pê kir. Bi hezaran boat û keştiyên ji hev ciyawaztir ku li Tirkiye û Ewropayê tên çêkirin di fûarê de tên nîşandan. Bi tesîra fûarê, salane 3 milyar dolar hinarde ji kerta firotina wesayîtên keştiyê ji aliyê Tirkiyê ve tê kirin.

Keştiyên ji hev mezintir, giranbihatir û gelek wesayîtên behrê yên ji hev cudatir hatine dîzaynkirin di fûara boat Show a li Stenbolê ku yek ji mezintirîn fûara wesayîtên deryayê yên cîhanê de cîh digire tên nîşan dan.

Watercar ku bi şikla xwe dişibe wesayîteke normal lê li ser behrê tê bikaranîn yek ji favoriyên berhemên fûarê bû ku bala beşdaran kişand.

Berpirsê Kompaniyeke Behrevanî Gokhan Sumer ji K24ê re diyar kir: “Armanca me ew bû ku di formata tirimbêlan de em berhemekê amade bikin û li ser behrê biceribînin. Kesên bi kar tînin jî pê kêfxweş dibin û eleqeyeke baş lê heye. Zêdetir bo bazara Rojhilata Navîn em hinardeyê dikin.

Ji zêdeyî 300 kompaniyên ji Tirkiye û ji Ewropayê beşdarî fûarê bûn û 3 hezar û 500 wesayîtên deryayê ku di nava wan de yên cara ewil tên nişandan jî cîh girt.

Berpirsê Kompaniyeke Keştîvanî Taner Ozler ji K24ê re ragihand: “Em bi keştiyeke ciyawaz ku dirêjehiya wê 12 metre ye û xwediyê tekane flybeach e beşdarî fûarê dibin. Eleqe û beşdariyeke baş heye û em pê kêfxweş in.”

Welatiyeke bi navê Oznur Aydost jî ragihand: “Kalîteya berhemên îsal gelek baş e. Bi formateke nû û ciyawaz gelek keştî hatine amadekirin. Sal bi sal karên di vî warî de tên kirin pêş de diçin.”

Berhemên di fûarê de ku bihayê wan ji hezar dolarî dest pê dike heya digihije 10 milyon dolarî zêdetir ji aliyê xelkê Ewropa û Ereb ve tene kirrîn.

Di ser kerta behrevaniyê li Tirkiyeyê salane 3 milyar dolarî hinarde tê kirin. Fûara ku ev 2 sal in ji ber pandemiyê pêk nedihat ev cara 16an tê sazkirin û heta 24ê vê mehê dê bidome.