Akademîsyenên Kurd li Stenbolê navendeke lêkolînê vekirin

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Navenda Raman ya Lêkolîn û Şêwirdariyan bi beşdariya hejmarek zêde siyasetmedar, şîrovekar û akademîsyenên Kurd, Ereb û Tirk li Stenbolê navenda xwe ya nû vekir. Navenda lêkolînê armanc dike ku, li her çar parçeyên Kurdistanê xebatên akademik û lêkolînên ramyarî bike.

Rêveberiya Navenda Raman ya Lêkolîn û Şêwirdariyan li Stenbolê bo vekirina navenda xwe rêwresmek li dar xist. Di vê rêwrêsmê de ligel pêşkêşkirina danasîna projeya navendê; gelek siyasetmedar, akademîsyen û çavdêrên siyasî yên Kurd, Ereb û Tirk jî beşdarî kirin. Navenda lêkolînê ku serperiştiya wê Kurdên akademîsyen yên ji Rojava û Başûrê Kurdistanê dikin, dixwazin di warê, aborî, siyasî û civakî de raya giştî ya cîhanê ji her çar parçeyên Kurdistanê bi awayekî akademik agahdar bikin û bibin wek pirekê navbeyna Kurdan û cîhanê de.

Akademîsyen û Rêveberê Navenda Ramanê Şaho Qeredaxî ji K24ê re got: “Armanca Navenda Raman ew e ku bi rêya lêkolînên zanistî hal û rewşa Kurdan bo welatên ciyawaz yên wekî Tirkiyê, Iraq û Suriyê vebêjin û bibine navendek bo herkesê ku bixwaze derbarê Kurdan de bigihîje zanyariyan. Herwiha bikaribin bo bêhtir bilêvkirina aşitî û aramiyê wêneyeke rasteqîne pêşkêşî aliyên derveyî Kurdan bikin.”

Damezrînerên Navenda Raman ya Lêkolîn û Şêwirdariyan jî dide zanîn; ew dixwazin hemû bîr û boçûnên ji hev cûda di bin xebatên zanistî yên navendê de kom bikin û çi problemên herêmê ên li Rojhilata Navîn bi taybet jî yên Kurdan hebin, wan bidin nîqaşkirin û çareseriyan hilberînin bi şêweyê akademîk.

Yek Ji Damezrînerê Navenda Ramanê Bedir Mela Reşîd dibêje: “Yek dengê ku navê Raman dike axaftineke ku herkes karibe lê guhdar bike. Mirov karibe dengê xwe bigihîne wan a û gelek nêrînan bigihîne bal hev. Ev yek armanca Raman ya sereke ye.”

Navenda Raman ya Lêkolîn û Şêwirdariyan ku bi mebesta gotûbêjkirina kêşeyên civakên gelên Rojhilata Navîn wekî navendeke dan û standinê hatiye damezrandin, di roja xwe ya yekemin de bi sernavên ”Girêka Tevgera Siyasî ya Konseya Niştimanî ya Kurdên Sûriyê”, û “Di Bin Banê Hevkêşeyên Herêmî û Xwecihî De Gaza Sirûştî ya Herêma Kurdistanê” jî panelek bi rêve bir. Herwiha kêşe û dahatûya penaber û gelên li Sûrî jî çend sernavên girîng in ku ji aliyê navenda Ramanê ve berdewam dê bêne vekolîn û rêbazên çareseriyê bi şêweyekî zanistî dê bide gûftûgokirin.