Ji bo daxwazên Elewiyan deklarosyonekê hat ragihandin

kurdistan24.net

Stenbol (K24) – Gelek komele û federasyonên Elewiyan li Stenbolê bi mebesta cemxaneyên wan cîhê ku lê îbadet dikin wek îbadetxane were dîtin û baweriya wan di yasayê de were nasîn kongreyekê saz kirin. Elewiyên beşdarî kongreyê bûn, di çarçoveya jiyaneke wekhev û azad de deklarasyoneke ji 11 xalan pêk tê ragihandin û daxwaza çareserkirina kêşeyên xwe kirin.

Elewiyên ji serdema Osmaniyan heta nava serdama Komara Tirkiyeyê li Dêrsim, Qoçgirî, Meletî, Meraş, Çorum, Sêwaz gelek zilm û komkujiyan dîtine ber bi duyemîn sedsala Komara Tirkiyeyê ve bi mebesta ragihandina çend daxwaz û kêşeyên xwe li Stenbolê bi beşdariya bi hezaran kesan kongreyeke mezin lidar xistin.

Di kongreyê de ku ji hêla 7 komele û federasyonên Elewiyan ve hat sazkirin, deklarasyoneke ji 11 xalan pêk tê hat ragihandin. Daxwazên sereke ew bûn ku Elewîtî di yasayê de wek bawerî û cemxane jî di satûya îbadetxaneyê de were pênasekirin.

Serokê Giştî yê Federasyona Komeleyên Elewiyan Celal Firat ji K24ê re got: “Yasayên ne di xêra Elewiyan de ne divê werin betalkirin, dersa mecbûrî ya olî ku li zarokên Elewiyan tê ferzkirin divê bê rakirin. Muzexaneya Madimakê bibe muzexaneya şermê. Ji bo baweriya Elewîtî û bo cemxaneyan statuyeke yasayî divê. Diyaneta ku destwerdanê li Elewiyan dike lazim e were girtin. Ji bo van daxwazan proseyeke yasayî dest pê bike em ê herin ba rayedaran.”

Gelek parlamenterên CHP, HDP û çend frkasiyonên aliyên çepgir jî beşdarî kongreye bûn.

Parlamenterê HDPê Dêrsimê Alîcan Onlu amaje kir komara sedsala yekem bo Kurd û Elewiyan sedsala înkarê bû, ji bo çareseriyê pêwîst e pergal û rejîma heyî were guhertin.

Parlamenterê HDPê Alîcan Onlu got: “Ev ji zêdeyî sed sal e kêşeya Elewî û Kurdan tên înkarkirin. Di sedsala yekem a komara vî welatî de bi polîtîkayên pişaftinê çawa welatê Kurdan kirin 4 perçe Kurd ji hev dûrxistin yekbûna Elewiyan jî asteng dikin. Niha dewlet hewl dide Elewitiyek ava bike ku bi xwe ve girê bide. Bi Kurdistaneke azad, Tirkiyeyeke demokratîk kêşe tên safîkirin.”

Meha borî bi biryarnameya Serokkomariya Tirkiyeyê ve Cemxane bi Wezareta Çand û Geştyarî ve hat girêdan. Sazî û komeleyên Elewiyan li dijî vê yekê ne ku baweriya wan wek çandekê tê dîtin li gor van bi vê xebatê Elewitî dikeve bin tesîra dewletê.