Lêpirsîna li ser Şaredariya Stenbolê wek danîna qeyûm tê dîtin

Tohmet û nîqaşa li ser Şaredariya Stenbolê ya di navbera Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê û şaredarê wî bajarî ev demeke tên kirin bi hilbijartina sala bê ve têkildar tê dîtin.
kurdistan24.net

Stenbol (K24) - Tohmet û nîqaşa li ser Şaredariya Stenbolê ya di navbera Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê û şaredarê wî bajarî ev demeke tên kirin bi hilbijartina sala bê ve têkildar tê dîtin. Li gor hiqûqnas û çavdêrên siyasî desthilat hewl dide qeyûmekî li Şaredariya Stenbolê tayin bike û doza ji Ekrem Îmamoglu Şaredarê Stenbolê re hatiye vekirin nîşaneya dîlgirtina îradeya şaredariyan e ku ji hêla desthilatê ve di ser darazê re tê kirin.

Li Tirkiyê ev demek e lêpirsîna terorê ku li ser Şaredariya Stenbolê ji hêla Wezîrê Navxwe Suleyman Soylu ve hatiye destpêkirin, di rojeva siyasî ya vî welatî de wek babeteke sereke tê axaftin.

Li gor Soylu 505 kesên ku bi “terorê” ve pêwendiya wan hene di Şaredariya Stenbolê de kar dikin û hemû jî di serdema Ekrem Îmamoglu de dest bi kar kirine.

Îmamoglu tohmetên Soylu red kir û amaje kir piştî belgeya erêkirinê ya edlî ku ji hêla Wezaretê ve tê dayîn karmend di şaredariyê de dest bi kar dikin.

Li gor hin çavdêrên siyasî şaredariya Stenbolê ku bi hilbijartinê piştî 15 salan ji destê AK Partî ket destê CHP hewl tê dayîn bi rêbaza qeyûmê bikeve destê AK Partî.

Çavdêrê Siyasî Mustafa Guner ji K24ê re diyar kir: “Ev prose bi girtina şaredarên HDPyî û tayînkirina qeyûman di ser şaredariyên HDPyî re dest pêkiribû. Niha dor hat şaredarên CHP. Armanc ew e ku Îmamoglu ji kar bê dûrxistin û şûna wî ji meclîsa şaredariyê yekî AK Partîyî were hilbijartin bi vî awayî derfetên şaredariyê di hilbijartinê de ji bo berjewendiyên desthilatê dê bê bikaranîn.”

Beriya lêpirsîna terorê derbarê Îmamoglu de bi hinceta tehde li endamên lijneya bilind a hilbijartinê kiriye 2 sal û 7 meh cizaya zindan û qedexeya siyasetê hatibû dayîn ku ev tesîr li ser dahatûya siyasî ya Îmamoglu dike.

Hiqûqnas Prof. Dr. Serap Yazici ji K24ê re diyar kir: “Sizaya ji Îmamoglu re hatiye dayîn divê di dadgeha îstînafê de neyê pejirandin. Çimkî daxuyaniya Îmamoglu ku wek sûcek tê nîşandan lê di maddeya 26 a destûra vî welatî û di maddeya 10 a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê de ew axaftin di çarçoveya azadiya fikr û ramanê de ye. Eger tevî vê ciza bê pejirandin wê demê Îmamoglu nikare bibe parlamenter û Serokomar.”

Doza sizaya zindan û qedexeya siyasetê ya li ser Îmamoglu ku hêj ji aliye daraza bilind ve nehatiye erêkirin Serşêwirmendê Serokomarê Tirkiyeyê Mehmet Uçum gotibû Daraza Bilind cizaya Îmamoglu dê pesend bike. Li gor hin îdiayan di medyaya vî welatî de jî Îmamoglu piştî serê salê di meha yekem de ji kar dê bê dûrxistin.