Çavuşoglu: Em dizanin Amerîka li dijî asayîkirina pêwendiyên Enqere û Şamê ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlût Çavuşoglu derbarê danûstandinên Tirkiye û Sûriyê de ragihand, heta niha Amerîka pirsa nêzikbûna Tirkiye û Sûriyê ji wan nekiriye.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu dema ji Brezîlyayê vegeriya, derbarê hevdîtina sêalî ya Wezîrên Berevaniyê yên Tirkiye û Sûriyê ya li Moskoyê de daxuyanî da.

Çavuşoglu di derbarê civîna sêalî ya Tirkiye, Sûriye û Rusyayê de axivî û got: “YPG dijminê hevbeş ê Tirkiye û Sûriyê ye û di civîna Moskoyê de hevkariya şerê li dijî YPGê hatiye gotûbêjkirin.”

Çavuşoglu diyar jî dike, Amerîka di derheqê YPGê de çi pêşniyareke nû li wan nekiriye û ew pêwîst jî nabînin ku Amerîka pêşniyareke nû li wan bike. Wan di sala 2019an de li ser YPGê rêkeftinek bi Amerîka re kirine û Amerîka bila pabendê wê rêkeftinê be bes e.

Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê diyar jî kir, ew dizanin Amerîka li dijî asayîkirina pêwendiyên Enqere û Şamê ye, lê heta niha Amerîka pirsa nêzikbûna Tirkiye û Sûriyê ji wan nekiriye.

Çavuşogluyî herwiha eşkere jî kir ku, ew ê di 17ê mehê biçe Amerîka û dê roja 18ê mehê de bi Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken re bicive.