Nêzîkî nîv milyon koçberên Ereb li Efrînê hatine bicihkirin

Di çarçoveya guhertina demografiya Efrînê de, hêzên Tirkî û grûpên çekdaran hejmarek gund ji Erebên hawerde re ava kirine
Komelgeha Ecnedîn Filistîn li navçeya Cindirêsê
Komelgeha Ecnedîn Filistîn li navçeya Cindirêsê

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji dema dagîrkirina herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve di Adara 2018an de, nêzîkî nîv milyon koçberên hawirde ên Ereb ji gelek parêzgehên Sûriyê lê hatine bicihkirin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan di raportekê de belav kir, di çarçoveya siyaseta sîstematîk a guhertina demografiya Efrînê de, hêzên Tirkî û komên alîgirên wê, gundên nimûneyî ji koçberên Sûrî li wê herêmê ava dikin.

Diyar kir jî, ji dema dagîrkirina herêma Efrînê, nêzîkî nîv milyon koçberên ji parêzgehên Şama paytext û gundewarê wê, Humis, Hama, Idlibê, Reqa Dêra Zorê û heta hin malbatên ji parêzgeha Hesekê lê hatine bicihkirin.

Da zanîn jî, bi dehhezaran koçber û di nav wan de hêzên çekdar û malbatên wan jî, di malên Kurdan de bi cih bûne, piştî ku bi darê zorê dest danîn ser mal û milkên wan.

Rewangeha diyar kir, ewên ku di malan de nehatine bicihkirin de jî, gund û komeleyên niştecihbûnê yên nimûneyî li ser zeviyên xelkê Efrînê ji wan re tên avakirin.

Her wiha got jî, artêşa Tirkiyê û komên girêdayî wê bi zanebûn li dijî gelê Efrînê pêvajoya bi navê guhertina demografîk dimeşînin ku roja Çarşemê 4ê Çileya 2023an, avakirina komelgeha niştecihbûnê ya bi navê “Ecnedîn Filistîn” a ku ji 50 xanî pêk tê li derdora bajarokê Cindirêsê bi dawî kirin.

Ji aliyekî din ve rêxistina “Tîma Welat a Idlibê” 40 xanî ji projeyeke avakirina komelgeheke niştecihbûnê li ser endamên çekdarên “Ehrar El-Şam” ên alîgirên Tirkiyê belav kirin.

Amaje bi wê jî kir, ew proje li ser rûbera 4 hîktaran ji zeviyên her du birayên ji gundê Şîtka Mecîd û Murad Menan hatiye avakirin ku ji 200 xaniyan pêk tê û tê de dibistan, mizgeft û navendeke lezberkirina Qur’ana Pîroz hene.

Li gorî zanyariyên Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, 18 komelgehên niştecihbûnê li bajarê Efrînê û derdora wê hatine belavkirin û ev komelgeh bi rêya rêxistina (AFAD) ya Tirkî û bi fonên Qeter û Kuweytê hatine avakirin:

Li bajarê Efrînê: Di navbera gundên Marat û Kefrşîl de komelgeheke niştecihbûnê ya 100 xaniyan pêk tê, tê avakirin.

Li navçeya Şêrawa: 2 komelgehên niştecihbûnê hene, ya yekem li nêzîkî gundê Basûfanê ye ku tê de 225 xanî hene, ya duyem jî li nêzîkî goristana Kurdên Êzidî li gundê Şadirê ye.

Li navçeya Şera: 3 komelgehên niştecihbûnê hene, ya yekem li gundê Baflûnê yê Êzidiyan e û ji 100 xaniyan pêk tê ku di bin çavdêriya rasterast a Tirkiyê û fînansekirina Qeterê de hatiye avakirin. Ya duyemîn jî li nêzî gundê Berava ye û 125 xaniyan pêk tê. Ya sêyem jî li nêzî gundê Metîna ye, lê karên avakirinê niha hatine rawestandin.

Li navçeya Bilbilê: 3 komelgehên niştecihbûnê hene, ya yekem li gundê Xilalka ye û ji 135 xaniyan pêk tê. Ya duyemîn jî li nêzî gundê Qestelê Xidiriya ye û 135 xanî jî tê de hene. Her wiha ya sêyem û ya herî mezin jî li gundê Qestelê Meqdad e û 250 xaniyan pêk.

Li navçeya Rajo: 2 komelgehên niştecîbûnê hene, ya yekem li gundê Meydan Ekbes ye û ew 225 xaniyan pêk tê. Ya duyemîn jî li nêzî gundê Etmana ye û ji 100 xaniyan pêk tê.

Li navçeya Cindirêsê: 4 komelgehên niştecihbûnê hene ku 2 ji wan li çiyayê Qêziqlî ne û bi navê gundê Besme ye û ji 247 xaniyan pêk tê. Ya sêyem li nêzîkî gundê Tetera ye û 100 xaniyan pêk tê. Ya çaremîn jî, li nêzîkî gundê Til Silûrê ye û ji 200 xaniyan pêk tê.

Li navçeya Şiyê: 3 komelgehên niştecihbûnê hene ku yek ji wan li bakurê bajêr li ser rêya gundê Qermitliqê ye û ji 200 xaniyan pêk tê. 2 komelgehên din jî li gundê Qermitliqê û Deşta Sorikê ne, lê karên avakirinê li wan hatine rawestandin.