Daristaneke Efrînê bi temamî ji aliyê çekdaran ve hatiye birrîn

Çiyayê Qaziqlî
Çiyayê Qaziqlî

Navenda Nûçeyan (K24) – Çekdarên opozisyona Sûriyê yên ser bi Tirkiyê ve û Erebên li Efrînê hatine bicihkirin, darên daristaneke Efrînê bi temamî birrîne.

Çalakvanekî sivîl vîdyoyeke li medyaya civakî belav kiriye û tê de diyar dibe ku tevahiya darên daristanekê li Çiyayê Qaziqlî yê li navçeya Cindirêsê hatine birrîn.

Ew çalakvan di vîdyoyê de dibêje: “Ev daristaneke ciwan bû. Darên daristanê bi temamî hatine birrîn, tenê çend dar li aliyekî mane.”   

Di wê derbarê de, Rêxistina Mafên Mirov li Efrînê, ew daristan dikeve navbera herdu gundên Kefersefrê û Tetera yên li navçeya Cindirêsê. Ev daristaneke mezin bû û darên curbecur yên wek “merx, sero û singdîganê” lê hebûn, lê niha û ji encama birrîna daran ji aliyê çekdaran û kesên li herêmê hatine bicihkirin, tenê wek girên rût diyar dike.

Rêxistina Mafên Mirovan dibêje, darên hatine birrîn wek êzing li bazarên Efrînê, Ezaz, Sermede û Idlibê tên firotan û beşek ji wan jî di riyên leşkerî re derbasî nava Tirkiyê dibe.

Çiyayê Qaziqlî bi qasî 8 km li bakurê bajarê Jenderesê ye û perestgehek bi navê perestgeha Qazqilî lê heye. Berî dagîrkirina herêma Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve di Adara 2018an ve, cihê seyran û ahengên Newroz û boneyên din bû.

Li gorî çalakvanên Efrînê, ji dema dagîrkirina Efrînê ve, grûpên çekdar ên ser bi Artêşa Tirkiyê ji bilî ku destê xwe danîne ser bi hezaran darên zeytûnan, bi sedhezaran darên zeytûnan û daristanan hilkirine, birrîne û şewitandine.