Barîna berfê li Diyarbekirê bû sedema kêfxweşî û zehmetiyan

Barina berfê û şiliyê ji bo metirsiya hişkesaliyê girîng e, lê ji aliyê din ve jî, bi xwe re zehmetiyan jî tîne.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Pêla barîna berfê ya nû bandorên xwe li bajarên Bakurê Kurdistanê didomîne. Barina berfê û şiliyê ji bo metirsiya hişkesalî girîng tê dîtin, lê ji aliyê din ve jî, bi xwe re zehmetiyan peyda dike. Li Diyarbekirê jî, rêyên hin gundan hatine girtin  û li gelek ciyan qezayên trafîkê rûdane.

Pêla nû ya berfê ji bo jiyana rojane û rêwîtiyan, navçe û gundên Diyarbekirê zehmetiyan peyda bike jî, welatî û zarok bi kêf û kelecanî pêşwaziya wê dikin. Cotkar û gundî balê dikşînin ku nebarîna berfê bi xwe re hişkesalî çê dike û ji ber hişkesalî û giranbûna xercan, ew êdî nikarin cotkarî û ajalvaniyê bikin, loma jî barîna berfê ciyê kêfxweşiyê dibînin.

Welatiyê bi navê Mihemed Salih ji K24ê re ragihand: “Berê 100-150 bizinên min hebûn, lê niha yek jî tune ye. Min gişt firotin. Niha tenê 2 heb dewarên min hene. Wekî din tiştekî nemaye. Bi Xwedê em êdî nikarin xwedî bikin. Êm biha bûye û hişkesalî jî bi ser de hat, berê sûdbexşiya ajalvanî pir baş bû, sed pezê kê hebûya, ew bêminet bû. Lê niha 100 pezê yekî hebe jî nikare xwedî bike. Loma jî me giştan firot û em perîşan bûne.”

Bi taybetî li gundên Qerejdaxê berfeke zêde bariyaye û hin rêwiyên ku sibê zû bi rê ketibûn jî, ji ber rê qerisînê, ji rê derketine û qeza kirine.

Welatiyê ji gundekî Qerejdaxê yê bi navê Bahadîn Şahînoglu diyar kir: “Rêyên li Qerejdaxê dema ku berf dibare, pir metirsîdar in. Ev rêwî jî ji jorde hatiye, rê qerisandî bûye, pê li frênê kiriye û teqle avêtiye li pişt vê derê ketiye. Yanî gelek caran li vê derê qeza dibin û tê welatî dimirin jî. Bi taybetî jî demên ku wiha berf û qeşa hebe.

Ajokarê makîneya hawarçûnê Yaşar Karaca jî dibêje: “Min îro 3 seyareyan rizgar kir. Sedemên wan jî heman e. Yek teqle avêtibû û ser pişt mabû me ew rast kir, yek jê dîsa qelîbîbû û ji rê derketibû. Ev jî ji rê derketiye û li ser kendalekî rawestiyabû, me ew jî bi zanayî û silametî rizgar kir.”

Ji aliyê din ve, hin welatiyên ku rêwîtî dikirin jî, bi malbatî li nav berfê agir hilkirin û kêfa berfê kirin.