PDK-S li Hewlêrê dest bi komkirina alîkariyan bo ziyandîtiyên erdheja Efrînê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serkirdayetiya Partiya Demokrat a Kurdistan- Sûriyê (PDK-S) li Herêma Kurdistanê kempîneke komkirina alîkariyan ji bo ziyandîtiyên erdheja Efrîn û Cindirêsê ragihand.

Serkirdayetiya (PDK-S) li Herêma Kurdistanê duhî li Hewlêrê di konferanseke rojnamevanî de ragihand, ji bo piştgiriya li gelê me yê li Efrînê û Cindirêsê yên ku gelek ziyanên canî û madî ji encama erdhejê dîtine, ew ji îro 9ê Sibatê ve dest bi kempîneke komkirina alîkariyan ji bo ziyandîtiyên erdhejê dikin.

Endamê Komîta Navendî ya PDK-Sê Nûrî Birîmo got, erdheja ku rû daye, karesateke mirovî li pişt xwe anî, bi sedan xanî û avahî hilweşiyane, bi sedan kes di bin kavilan de şehîd bûne, bi sedan kes jî di bin kavilan de asê mane û xebatên ji bo derxistina wan berdewam in.

Nûrî Birîmo got jî, bi dehhezaran kes ji ber ku xaniyên wan bi tamamî yan jî beşek jê hilweşiyane, bê cih û war mane û beşek ji wan di vê werza Zivistan û sermê de, li derve dimînin û pêwîstiya wan bi alîkariyên bilez hene.

Her wiha destnîşan kir, ev karesat ji karînên welatekî mezintir e, ji ber wê ew wek PDK-Sê çi ji destê wan were dê bikin. Her wiha Nûrî Birîmo bang li civaka navdewletî û rêxistinên mirovî kir jî ku piştgiriyê gelê Efrînê û Cindirêsê bikin, ji ber ku rêjîma Sûriyê li hember vê karesatê bi erkê xwe ranabe û Tirkiyê jî bi encam û ziyanên erdheja li wî welatî rû daye mijûl e.

Sibeha 6ê Sibata 2023an li navçeya Pazarcix a Mereşê 2 erdhejên bi hêza 7,7 û 7,6 rû dabûn. Bandora Erdhejê bi awayekî mezin li herêma Efrînê û bi taybet li navçeya Cindirêsê bû ku bi dehan xanî û avahi hilweşiyan û bi hezaran kes canê xwe ji dest dane û birîndar bûne.