Erdhej.. Li Cindirêsê 756 kesan canê xwe ji dest dane

Bajarokê Cindirêsê
Bajarokê Cindirêsê

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Xwecihî ya Cindirêsê bang dike ku heta niha nêzîkî 90 malbatî di bin kavilên erdhejê de mane û nêzîkî 2700 malbat bê cih war mane.

Odeya Operasyonên Karesatê ya Encûmena Xwecihî ya Cindirêsê ragihand, li bajêr ku 115 hezar kes lê dijîn û piraniya wan di bin asta hejariyê de ne, ji encama erdheja rû daye, rewşa mirovî gelekî aloz bûye û piraniya avahî û xaniyên bajêr derz lêketine.

Li gorî amarên Odeya Operasyonan, heta niha:

- 756 kesan di erdhejê de canê xwe ji dest dane

- 257 avahî bi temamî hilweşiyane

- 1100 xanî ziyan dîtine

- 2692 malbat bê cih û war mane

- 515 malbat di kampan de hatine bicihkirin

- 7 kampên nû hatine avakirin

Odeya Operasyonên diyar kir jî ku niha pêwîstiya wan bi van karan heye:

- Rizgarkirina xelkê ji bin kavilan û derxistina terman ku tê pêşbînîkirin 80 – 90 malbat hîn asê mane

- Vekirina rêyan û rakirina kavilan ji bo tîmên rizgarkirinê bi hêsanî tevbigerin

- Alîkariyên xwarinê û şîrê zarokan bên belavkirin

- Ava pak ji bo hemû gundan bê dabînkirin, ji bo nexweşî belav nebin

- Navendeke bijîşkî ya taybet bi vê karesatê û xalên tendirustiyê yên gerok werin avakirin