Ebdulhekîm Beşar stratejiyekê ji bo rewşa erdheja li Efrînê radigihîne

Cîgirê Serokê Hevpeymaniya Opozîsyona Sûriyê (Îtîlaf): Di her qonaxekê de tê îsbatkirin ku Serok Mesûd Barzanî rêberekî Kurdan e
kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgirê Serokê Hevpeymaniya Opozîsyona Sûriyê (Îtîlaf) Ebdulhekîm Beşar derbarê gihîştina karwana alîkariyên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî bo Efrînê de got: “Di her qonaxekê de tê îsbatkirin ku Serok Mesûd Barzanî rêberekî Kurdan e. Malbata Barzanî kelek e, her Kurdek li kû derê bikeve tengaviyê, xwe lê digire.”

Cîgirê Serokê Hevpeymaniya Opozîsyona Sûriyê (Îtîlaf) û endamê Polîtburoya PDK-Sê Ebdulhekîm Beşar beşdarî bultena nûçeyan a K24ê bû li ser rewşa herêma Efrînê û erdhejê bersiva pirsên bêjer Cemal Batun dan. Ebdulhekîm Beşar destpêkê spasiya Cenabê Serok Mesûd Barzanî û Herêma Kurdistanê kir ku bi hawara xelkê Efrînê ve hat û Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî alîkariyên gihandin Efrîn û Cindirêsê û got: “Di her qonaxekê de tê îsbatkirin ku ew rêberekî Kurdan e. Malbata Barzanî kelek e, her Kurdek li kû derê bikeve tengaviyê, xwe lê digire.”

Ebdulhekîm Beşar diyar kir, ji roja yekem a erdhejê ve ENKSê bang li aliyên navdewletî kir û daxwaza alîkariyên bilez ji bo ziyandîtiyên erdhejê li Efrînê kir. Her wiha wan wek PDK-Sê jî dest bi komkirina alîkariyan ji bo xelkê kir.

Got jî: “Em niha kar li ser stratejiyekê ji bo rewşa Efrînê dikin, di gava destpêkê de em kar li ser komkirina zanyariyan li ser rewşa hemû qurbanî û ziyandîtiyên erdhejê li Efrîn û Cindirêsê dikin, ji bo di rojên pêş de bizanin ka çawa emê alîkariyê bi wan re bikin.”

Amaje bi wê yekê kir jî, “ti kes bi hawara Erebên li bakurê rojavayê Sûriyê nehat û aliyek xwedî li wan derneket, lê em wek Kurd me serê xwe bilind kir ku Serok Mesûd Barzanî û Herêma Kurdistanê xwedî li gelê me derket û dîmenên pêşwaziya li karwana Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li Efrînê, nîşana wê yekê ye.”

Destnîşan kir jî, “Alîkariyên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî dê berdewam bin û em wek ENKS û PDK-Sê em ê jî bi wan re alîkarî bin, lê ji bo dubare avakirina Efrînê ez di riya K24ê re bangeke taybet li gelê me dikim ku em sindoqekê bi navê dubare avakirina Efrînê li her derekê ku Kurd lê hebin çêbikin, ta ku bi gelê me yê li Efrînê re hevkar bin ku mal û xaniyên xwe ava bikin. Divê ev sindoq ji bo demeke dirêj û vekirî be. Emê li deriyê Netewên Yekgirtî, Amerîka, Yekîtiya Ewropa û hemû welatan bixin.”

Ebdulhekîm Beşar pêşwazî li biryara vekirina ofîsa Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li Efrînê kir û diyar kir ku ew ê di pirsên lojistîk de bi wan re alîkar bin û got: “Îro ji me re wek ENKS hat xuyakirin ku hebûna me li Efrîn û Serê Kaniyê, tiştekî stratejîk e û divê êdî ENKSê dereng nemîne.”

Li ser rola Hevpeymaniya Opozîsyona Sûriyê (Îtîlafê) de, Ebdulhekîm Beşar got: “Karînên darayî yên Îtîlafê kêm in, ew tenê di warê lojistîk de hevkar e. Her wiha Îtîlaf wê wêneyê ji gelê Sûriyê bi tevahî bekav dike ku Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî yekemîn alî ye ku bi hawara xelkê hatiye, gelek kesên Ereb jî pesnê vê yekê didin, ev jî dibe pirek di navbera hemû pêkhateyan de.”