Cindirês.. Hejmara qurbaniyên erdhejê bi ser hezar kesî ket

Bajarokê Cindirêsê
Bajarokê Cindirêsê

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarokê Cindirêsê yê Rojavayê Kurdistanê, hejmara kesên ku di erdhejê de canê xwe ji dest dane bi ser hezar kesî ket.

Odeya Operasyonên Karesatê ya Encûmena Xwecihî ya Cindirêsê ragihand, li bajêr ku 115 hezar kes lê dijîn, ji encama erdhejê rewşa mirovî gelekî aloz bûye û hejmara kesên ku di erdhejê de canê xwe ji dest dane gihîşt 1012 kesan

Li gorî amarên Odeya Operasyonan, heta niha:

- 1012 kesan di erdhejê de canê xwe ji dest dane

- 278 avahî bi temamî hilweşiyane

- 1100 xanî ziyan dîtine

- 1391 malbat bê cih û war mane

- 1816 malbat di kampan de hatine bicihkirin

- 20 kampên nû hatine avakirin

Odeya Operasyonên diyar kir jî ku niha pêwîstiya wan bi van karan heye:

- Dabînkirina konan ji xelkê re

- Belavkirina alîkariyên mirovî li ser ziyandîtiyan

- Vekirina rêyan û rakirina kavilan ji bo tîmên rizgarkirinê bi hêsanî tevbigerin

- Karkirina li ser vegerandina jiyana asayî, eliktrîk, ava û binezaziya bajêr

- Dabînkirina navend û xizmetên bijîşkî û avakirina nexweşxaneyeke meydanî

Bajarokê Cindirêsê, navçeyek ji 7 navçeyên Efrînê ye û 20 k.m li başûrê rojavayê bajarê Efrînê dikeve û zêdetir ji 50 hezar kes lê dijîn.

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî jî roja 10ê Sibatê wek yekem aliyê xêrxwaziyê gihîşt herêma Efrînê û heta niha 2 karwarên alîkariyê li ser xelkê navçeya Cindirêsê û navçeyên din ên ziyan ji erdhejê dîtine belav dike.